Li Xezayê şer berdewam e; 31 kuştî û 253 birîndar hene

Di bombebarana Îsraîlê li ser Xezayê de 31 kes hatin kuştin, di nav wan de fermandarên payebilind ên tevgera "Cîhad Îslamî", 6 zarok û 5 jin hene. “Saraya El-Quds" jî ragihand ku wan mêtîngehên Îsraîlê li Qudsê û yên li hember Xezayê hedef girtine. Êrişa Îsraîlê li ser Xezayê hîna jî berdewam e.

Şerê li Xezayê di roja sêyemîn de didome.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên tenduristî yên filistînî diyar kir ku bîlançoya qurbaniyên bombebaran Îsraîlê li ser Xezayê gihaştiye 31 kesan, di nav de zarok, jin, fermandarên payebilind ên tevgera "Cîhad El-Îslamî" hene, her wiha 253 filistînî jî birîndar bûne.

Nûçegihanê me her wiha ragihand ku yek ji fermandarên leşkerî yê payebilind ê "Cîhad El-Îslamî" li Xezayê Xalid Mensûr, ji aliyê artêşa Îsraîl ve hatiye kuştin.

Îsraîlê, kuştina Xalid Mensûr bi girîngtirîn destkeftiyên xwe yên li dijî Cîhad El-Îslamî wesif kir.

Her wiha "Saraya El-Quds" soza bersivdana kuştina Mensûr da. Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, bombekirina mêtîngehên Îsraîlê didome.

Ajansa Reutersê ku agahiyên xwe spartin du çavkaniyên ewlehiyê yên misirî, diyar kir ku du şandeyên ji îstîxbarata Misirê bi serkêşiya Ehmed Ebdulxaliq di saetên derengiya şevê de gihaştin Îsraîlê, ku piştre ji bo vegerandina agirbestê berê xwe bidin Xezayê.

Tevgera "Cîhad El-Îslamî" jî destnîşan kir ku piştî kuştina Xalid Mensûr, gotina dawî nih ya meydana şer e.

ANHA


Mijarên Din