Li Yemenê Meclisa Demkî serweriya Ezanê kir

Çavkaniyên herêmî ragihand ku Hêzên girêdayî Meclisa Demkî ya Başûr berbanga îro ketin parêzgeha Şibwe û serweriya bajarê Ezan kir. Li Edenê jî destgîrkirin berdewam e.

Çavkaniyên herêmî ji tora El-Erebiye re ragihand ku hêzên girêdayî Meclisa Demkî ya Başûr a Yemenê ketin parêzgeha Şibwe û serweriya bajarê Ezan kir û diyar kir ku şerê dijwar di navbera hêzên Meclisa Demkî û hêzên hikumetê li bajarê Rewda yê rojhilatê Yemenê de rû didin.

Li Edenê jî, Hêzên Hîzama Ewlehî yên girêdayî Meclisa Demkî hemleyên serdegirtina malan û destgîrkirinê didomînin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku Hêzên Hîzama Ewlehî bi ser mala rojnamevan û nivîskar Mihemed Elî Seîd El-Mêserî ya li midûriyeta Berîqa ya rojavayê Edenê de girt û ber bi cihekî nediyar ve bir. Her wiha bal kişand ser ku Hêzên Hîzama Ewlehî di hemleyên serdegirtina malan de gule avêtin û di encamê de kesek ji malbata El-Mêserî hat kuştin.

Her wiha Hêzên Hîzama Ewlehiyê bi ser mala Elî Seîd Ebêş de ku ji bajarê Edenê ye, girt. Gule bi ser malê de reşandi û di encamê de kurê wî (10) hat kuştin.

Ev zêdegavî li Edenê piştî ji nû ve hêzên Meclisa Demkî serweriya li ser gelek herêmên hêzên hikumetê kirin, hat. Ew jî di encama şerê dijwar de ku di hefteya borî de pêk hatiye.

Hikumeta Yemenê şemiya borî civîneke awarte bi serokatiya hikumetê Mueyen Abdulmelek li dar xist. Civîn têkildarî nîqaşkirina pêşketinên heyî yên li Edenê û pêngavên dê hikumeta bi piştevaniya Koalîsyona Erebî pêk bîne, bû. Civîn ji ber banga pêwîstiya rûniştina li ser maseya diyalogê hat lidarxistin.

(fr)


Mijarên Din