Li Yemenê şer giran e

Di saetên borî de li Yemenê şerên giran rû dan. Komên Hûsî ragihand ku wan herêmên ji parêzgeha Sedaa kontrol kirin, her wiha hêzên Yemenê ku desteka xwe ji Koalîsyona Erebî werdigirin, diyar kir ku êrîşa koma Ensarellah li Hudeydayê têk birin.

Hêzên El-Emalîqa di artêşa Yemenê de ku desteka xwe ji Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Sûdiyê werdigire, îro ragihand ku êrîşeke mezin a komên Ensarellah ên Hûsî li Hudeydayê ya rojavayê Yemenê, hate têkbirin.

Berdevkê navenda ragihandina El-Emalîqa Memûn El-Mihcemî wiha got: "Hêzên me êrîşa Hûsiyan li ser cihên rojhilatê midûriyeta El-Dirîhmî ya başûrê Hudeydayê şikand. Di encamê de, 8 hûsî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.”

El-Mihcemî destnîşan kir ku leşkerekî hêzên hevkar di topbarana Hûsiyan li ser rojhilatê El-Dirhîmî de hate kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Her wiha koma Ensarellah jî ragihand ku wan cihên artêşa Yemanê li parêzgeha Sedaa ya sînor bi Sûdiyê re kontrol kiriye.

Ji aliyekî din ve jî, Koma Aloziyan a Navneteweyî di raporekê de bang li DYA’yê kir ku alîkariya Siûdiyê bike da ku ji şerê Yemenê bi rêya erkdarkirina nûnerekî ku vê dosyayê bi rê ve bibe, derkeve.

(jo)


Mijarên Din