Li Yewnanistenê kampeke xistin karantînayê

Wezareta Penaberan a Yewnanistanê ragihand ku hikumetê karantînayê li ser kampa penaberan ferz kiriye, piştî îsbat bû ku 20 kes bi Koronavîrusê ketine.

Piştî ku koronavîrusê li ser penabereke (19) hate tespîtkirin û derbasî nexweşxaneyê Atînayê hate kirin da ku biwelide, aliyên têkildarî test li ser 63 kesan çêkirin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, piştî test hatin çêkirin, derket ku bandoara vîrusê li wan nekiriye. Wezaretê diyar kir ku test li ser penaberên din berdewam e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çûn û hatine ji bo kampa Ritsuna a ku 75 km li bakurê rojhilata Atînayê ye hate ji bo 14 rojan hatiye qedexekirin. Di kampê de 2 hezar û 500 kes hene, dê ji hêla polîs ve kontrolkirin.

Di demek berê de ji vê hefteyê desthilatên Yewnanistanê hewl dida nas bike jina bi vîrusê ketiye, ji ku derê vîrus vegirtiye û texmîn kir ku ji nexweşxaneyê vegirtibe.

Çavkaniyan gotin di kampa ku li navenda Yewnanistanê de ye herêmek ciyawazkirina nexweşan heye ger pêwîstî çêbû.

Yewnanistanê di dawiya Sibatê de ragihand ku nexweşek bi Koronavîrûsê ketiye. Lê niha hejmara nexweşan bûye hezar û 415 û 5 kes ji ber nexweşiyê mirin e.

Zêdetirî 40 hezar daxwazkerên penabertiyê li kampên tijî penaber li giravên Yewnanistanê hene. Rêxistinên alîkariyê dibêjin rewşên di nav kampan de ne baş in. Hikumetê bi xwe bi `Bombeyek tenduristî demkî` bi navkir.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis êvara Çarşemê, got Yewnanistan amade ye giravên xwe biparêze. Heta niha kesek bi vîrusê neketiye. Lê divê Yekitiya Ewropa hewl bide şertên di nav kampan de pêşbixîne û penaberan bibe dewletên din.

Kyriakos Mitsotakis wiha domand: "Şertên heyî ne guncew in. lê divê ez îşaret pê bikin ku Yewnanistan bi tenê bi vê pirsgirêkê re dide û distîne. Me desteka ku em dixwazin ji Yekitiya Ewropayê wernegirtiye."

(şx)

 


Mijarên Din