Li Zanîngeha Kobanê pêşbirka nîqaşa li ser neteweya demokratîk û kapîtalîzmê hat lidarxistin

Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan li hola navenda tevgerê ya li Kobanê di navbera du tîmên xwendekarên Zanîngeha Kobanê de nîqaşek orgenîze kir; tîma yekemîn nûnertiya neteweya demokraîtk û ya duyemîn nûnertiya kapîtalîzimê kir.

Bi dehan xwendekarên Zanîngeha Kobanê û Peymangeha Şehîd Zozan a li Kobanê tev li nîqaşê bûn.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/03/24/150110_khnaf-khlyl-.jpg

Di nîqaşê de endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Xunaf Xelîl axivî û bixêrhatina beşdaran kir û got: “Armanca me ji vê nîqaşê ew e ku asta zanista xwendekaran der barê neteweya demokratîk û kapîtalîzmê û bandorên wê li ser civakê de zêde bikin.”

Piştre her du tîmên ji 5 xwendekaran pêkhatî û Komîteya Nirxandinê  ku ji 7 mamosteyên Zanîngeha Kobanê, endamên Tevgera Xwendekarên Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê, Yekitiya Jinên Ciwan a herêmê û dîwana ku ji 3 endaman pêk tê derbasî ser dikê bûn.

Nîqaş bi pênasekirina her du tîman û mijarên nîqaşê destpê kir. Di nîqaşan de mijarên wekî bandorên neyînî yên kapîtalîzmê li ser civakê û cîhanê bi giştî, şerên ku rû didin hatin gotubêjkirin.

Her wiha her du tîman li ser mijara rêgezên demokratiyê û bandorên wê li ser civakê çi ne nîqaş kirin.

Piştî nîqaşan û pêşniyarkirina çareseriyan, hemû beşdarên nîqaşê li hev kirin ku divê civak li gorî rêgezên neteweya demokratîk bijî, ji ber ku di serdema kapîtalîzmê de rêya herî rast e û divê sûd ji kapîtalîmzê were girtin beyî ku ji çand û nirxên civakî dûr bikevin.

Piştî bidawîbûna nîqaşan, li gorî biryara Komîteya Nirsandinê, tîma kapîtalîzmê bi ser ket û her wiha piştrast kir ku biserketina tîmê nayê wateya ku zihniyet û teoriya tîma ku bi ser ketiye ya herî rast e lê ew ji tîma din dîtir di nîqaşên xwe de serkeftî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din