Li Zanîngeha Rojava mufadele 25’ê Tebaxê dest pê dikin

Zanîngeha Rojava 25’ê Tebaxê ji bo qeydkirina mufadeleya (tercîh) zanîngehê diyar kir. Wê mufadele heta 15`ê Îlonê dewam bike.

 

Komîteya mufadeleyê ya Zanîngeha Rojava dema mufadeleya zanîngehê ji şagirtên mezûnên amadehiyê yên sala 2019-2020’an re ragihand.  

Endama komîteyê Ebîr Hesaf ji ANHAê re daxuyand ku mufadele ji 25’ê Tebaxê heya 15 Îlonê didome.

Ebîr Hesaf diyar kir ku deriyê zanîngehê li ber hemû şagirtan vekirî ye û got: "Em ê derfetê bidin şagirtan da ku li fakulte û şaxên Zanîngeha Rojava xwe qeyd bikin."

Zanîngeha Rojava niha ji 6 fakulteyan pêk tê: Fakulteya Tenduristiyê, Endezyariya Petrokîmyayê, Endezyariya Avahîsaziyê, Fakulteya Zanistên Perwerdeyê, Fakulteya Çandiniyê, Fakulteya Ziman û Zanistên Civakî. Her wiha du peymangehên wê jî hene û ew jî wiha ne: Peymangeha Bilind a Mîkatronîkê û Peymangeha Rêveberiyê û Darayî.

Zanîngeh li ser nûkirina Fakulteya Hiqûqê û Fakulteya Zanistên Olî ku wê li ser asta Rojhilata Navîn cara yekem be ku wê xiristiyan, êzidî û misilman di heman refê de bin û wê du salan felsefeya olan bixwînin. Piştre, ji bo her olekê wê du sal xwendin were veqetandin.

Her wiha zanîngeh beşa wêjeya erebî di Fakulteya Zimanan û Zanistên Civakî û Peymangeha Ragihandinê wê nû bike.

ANHA


Mijarên Din