Li Zanîngeha Rojava semînerên sînema û tenduristî

Şandeya ku ji 18 akademîsyen, rojnameger, rewşenbîr û hiqûqnasan pêk tê ku ji gelek dewletên Ewropa û DYA’yê ne, li Zanîngeha Rojava li ser mijarên teorî û dîroka sînemaya şoreşgerî û tenduristî semîner dan.

Şandeya ku ji 18 rojnamevan, rewşenbîr û mafnasên ji gelek dewletên Ewropayê û DYA`yê pêk tê, îro li Zanîngeha Rojava têkildarî teorî û dîroka sînemaya şoreşgerî û tenduristî semîner dan.

Mamosteyên zanîngehên Amerîkayê û kesayetên ji nasnameyên îranî, brîtanî û îtalî jî cihê xwe di nava şandeyê de digirin. Navên wan wiha ne: Prof. Andrej Grubacic, Prof. Targol Mesbah, Eric Forman, Shannon Malloy, Laura Fantone, Ippolita Franciosi, Adrianne Pine, Shannon Clark, Anne Olivia Eldre, Camilla Powell, rojnemevan Dyan Neary, Sabrina Melendez, Connor Hayes, Seth Holmes, Dija Kerîm û Havîn Guneser.

Gelek mamoste û şagirtên zanîngehê, rojnamevan, sînemager tev li semîneran bûn.

Li ser mijara teorî û dîroka sînemaya şoreşgerî Prof. Targol Mesbah, li ser mijara tenduristî jî Seth Holmes semîner dan. 

Prof. Targol Mesbah têkildarî teorî û dîroka sînemageriya şoreşgerî diyar kir ku di beşên sînemayê de; sînemeya kapîtalîzmê, sînemaya siyasî-polîtîk û sînemaya têkoşîna azadiyê anku şoreşgerî hene û got: “Sînemaya şoreşgerî divê li derveyî sîstema dewletê bê fikirandin. Li Rojava tevgera sînemageran li ser vî fikrî tê meşandin. Ev şoreşa li vir, îlhamê dide mirovan û divê ev şoreş bi şêwazên cur bi cur ji cîhanê re bê nasandin.”

Piştî semînerê hin kurtefîlm hatin pêşandan û têkildarî kurtefîlman nîqaş jî hatin kirin.

Seth Holmes destnîşan kir ku têkiliyên civak û tenduristiyê yên nêz hene û got: “Hiyerarşî, zayendperestî, kapîtalîzm û newekheviyên dewletan dibin sedema nexweşiyan. Sîstemên dewletan dikarin li ser mirovan tundiyê pêk bînin û wan birîndar bikin. Di sîstemên dewletan de jin dibin hemşîre û zilam dibin bijîşk. Ev jî sedema zayendperestiyê ye. Bijîşk û hemşîre dikarin pêşengiya civakê bikin û zanistê bi civakê re parve bikin. Her wiha bijîşk û hemşîrê dikarin bibin parçeyek ji guhertina siyaseta dewletan jî. Sîstema Rojavayê Kurdistanê li dijî hîyerarşî, nîjadperestî û neteweperestî ye. Ev li ser mirovan bandorekê erênî dike. Ez ê vê mînaka Rojava di dersên xwe de her bidim. Civaka tendurist bi sîstemên demokratîk pêk tê. Ev sîstema li vir jî demokratîk e.”

(mk)

ANHA


Mijarên Din