Li Zaxo HPC`ê li dagirkeran da: 20 leşker hatin kuştin

Hêzên Parastina Cewherî yên Başûrê Kurdistanê li dijî qereqolek artêşa Tirk a dagirker a li Zaxoyê çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de 20 leşker hatin kuştin, wesayîtek leşkerî û gelek stargehên leşkerî hatin rûxandin.

Hêzên Parastina Cewherî yên Başûrê Kurdistanê li dijî qereqolek artêşa Tirk a dagirker a li Zaxoyê çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de 20 leşker hatin kuştin, wesayîtek leşkerî û gelek stargehên leşkerî hatin rûxandin.

Derbarê mijarê de Hêzên Parastina Cewherî yên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev zanyarî hatin parvekirin:

"Li hemberî dewleta Tirk ku li ser Herêmên Parastina Medya û herêma Xakurkê ya di nava xaka Başûrê Kurdistanê de êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin, yekîneyên me çalakiyek pêk aniye. Çalakî di 7’ê Hezîranê saet 18.00’an de li dijî qereqola artêşa Tirk a Girê Biyê ya li bajaroka Bêgova ya girêdayî navçeya Zaxo hatiye pêkanîn.

Di çalakiyê de ji du aliyan ve kozik, stargeh û avahiyên di qereqolê de hatine hedefgirtin. Hêzên me bi awayekî bandor çalakî pêk aniye û di encamê de 20 leşker hatine kuştin. Her wiha wesayitek leşkerî û gelek stargehên di hewşa qereqolê de şewitî û tunebûne.

Piştî çalakiyê ertêşa Tirk a dagirker bi obus û topên hawanan derdora gundên Rusê û Şundirê topbaran kiriye. Piştî demekê jî balafirên şer Girê Kordîne û derdora gundê Şundirê bombebaran kiriye.

Di van bombebaran û topbaranan de tu windahî çênebûne, lê ziyana madî li nava bax û baxçeyên gundiyan de çêbûye."


Mijarên Din