Li zindaneke Tacikistanê 32 kes hatin kuştin

Reutersê li ser zimanê Wezareta Dadê ya Tacikistanê ragihand ku piştî ku çeteyên DAIŞ`ê dest bi kiryarên xirab kir, 3 parêzvanên zindanê ne û 29 girtiyên di zindanê de hatin kuştin.  

Wezareta Dadê ya Tacikistanê diyar kir ku kiryarên xirab duh di saetên şevê de, li zindana Faxdat ku 10 km li rojhilatê paytexta Duşanbeyê dikeve, dest pê kir. Di heman demê de çeteyan kêr hilgirtin û 3 kesên parêzvanên zindanê û hejmarek ji girtiyan kuştin.

Wezareta Dadê diyar kir ku hêzên ewlehiyê jî 24 çekdar kuştin û ewlehî li zindana ku  hezar û 500 girtî lê ne, vegerand.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku DAIŞ`ê di meha Mijdarê de kiryarên kirêt ên li zindaneke din a  Tacikistanê girtibûn ser xwe.

(eh)

 


Mijarên Din