Li Zirganê artêşa Erdogan zarokek birîndar kir

Li bejahiya Zirganê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra, zarokek li gundê Rebîat a girêdayî navçeya Zirganê ya herêma Serêkaniyê, birîndar kir.

Tevî agirbestê, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Rebîat a girêdayî navçeya Zirganê kir. Di encamê de, zarokê bi navê Xidir Mihemed Tahir ê 10 salî birîndar bû.

Zarok niha li Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temir tê dermankirin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din