Li Zirganê du endamên hêzên rejîmê birîndar bûn

Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li dijî gundên navçeya Zirganê du endamên hêzên rejîmê birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebheta El-Nusra û DAIŞ`ê êrîşên li dijî gundewarên navçeya Zirganê ya herêma Serêkaniyê didomînin. Di encama topbarana artêşa Tirk li ser eniya  Zirganê du endamên hêzên rejîmê birîndar bûn.

Navên wan wiha ye: Enwer Salih Xelef û Mustefa Zekeriya Şêx Elî. Her dû ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din