Li Zirganê êriş; sivîlek birîndar bû

Vê sibê artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî navçeya Zirganê kir û di encamê de sivîlek birîndar bû. Şervanên Meclisa Leşkerî bersiva êrişan da.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê serê sibê saet di 04.30'an de êrişî Zirganê ya bakurê Til Temirê û rojhilatê Serêkaniyê ya kantona Hesekê kir.

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrişî navçeyê kir, şervanên Meclisa Leşkerî ya Zirganê bersiva êrişan da. Şervanên meclisê êrişên çeteyan têk birin û çete neçar man ji herêmê birevin.

Di encama êrişê de sivîlek birîndar bû û hîn nasnameya wî diyar nebûye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din