Li Zorava 8`ê Adarê hat pîrozkirin

Bi dehan jinên taxa Zorava ya Şamê ya Sûriyê, tev li şahiya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bûn.

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li taxa Zorava ya Şamê ya Sûriyê şahî hat lidarxistin. Bi dehan jin û şêniyên taxê beşdarî şahiyê bûn.

Li cihê şahiyê wêneyên şehîdên jin, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û gelek pankart hatibûn daliqandin.

Di şahiyê de komên dîlan û stranên folklorîk stran û govendên gelêrî pêşkêş kirin.

Jinên beşdarî şahiyê bûbûn, tekezî li ser bidestixistina mafên hemû jinan ji ber destekdayîna Rêber Ocalan ji wan re, kir. Her wiha jinan destnîşan kir ku jin tu carî teslîm nabin lê belê bûne meşaleya berxwedan û îradeyê.

Li taxa Zorava bi hezeran malbatên Kurd hene. Hikûmeta Sûriyê gelek caran derfet neda wan ku çalakî û şahiyan li dar bixin. Ji ber wê neçar dimînin ku di cihên biçûk û li herêmên dûrî çavên hikûmetê, li dar bixin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din