Lihevkirina Moskovê ya têkildarî Idlibê li ber hilweşînê ye

Qaymeqanmê Idlibê yê hikmueta Sûriyê îşaret bi oprasyoneke leşkerî ya nû li dijî Idlibê kir ku rêya M4 bê vekirin û piştrast kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê lihevkirina Moskovê der barê Idlibê de pêk naynin.

Qaymeqamê Idlibê Mihemed Fadî Seidûn duh pirsên rojnamegeran bersivandin û diyar kir ku “terorîst astengiyan derdixin” û Enqere nikare li gorî lihevkirina Moskovê wan kontrol bike û wiha got: "2 îhtîmal hene; ya yekê dibe ku rejîma Tirkiyê yekser wî karî bi wan terorîstan dide kirin, ya duyemîn jî dibe ku nikaribe peymanê pêk bîne ku garantor e, her wiha heke nikare peymanê pêk bîne û garantor e, divê mijarê ji artêşa Sûriyê re bihêle ku peymanê bi rêya leşkerî pêk bîne."

Seidûn ji rojnameya El-Weten a Sûriyê re wiha daxuyand: "Agahiyên piştrastkirî hene ku komên çete beşeke mezin ji şêniyan wek mertal bi kar tînin da ku dewriyeyan li ser rêya M4 asteng bikin, her wiha pirek hilweşandin da ku peyman pêk neyê."

Rayedar da zanîn ku hin agahî hene ku piştrast dikin ku pir kesên dilxwaz hene bi çekan gef lê hatine xwarin, her wiha pere dan ku xwepêşandanên bi hedefa nepêkanîna peymanê pêk bînin.

Der barê senaryoyên têkildarî pêşeroja herêmê de Seidûn wiha got: "Çer ku aliyê Rûsyayê dem da Erdogan ku peymanê pêk bîne, artêşa Sûriyê li benda bidawîbûna demê ye da ku hincetan sînordar bike û ez dibînim ku dê ber bi operasyona leşkerî ve biçe."

Seidûn wiha domand: "Şênî bi rêya torên civakî banga rizgarkirina ji terorê dikin û gotin heta alîkariyê ku rêxistinên navdewletî dişînin, li ser şêniyan qut dikin û ji xwe re dibin."

Rûsya û Tirkiyê di pêkanîna dewriyeyê li ser rêya M4 de li gorî peyman Moskovê ya dawî bi bin ketin. Di vî warî de Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got çeteyên li Idlibê agirbest ji xwe re derfet girt û ji nû ve xwe bi çek kir û êrişên dijber pêk anîn.

(fr)


Mijarên Din