Lihevkirina têkildarî rêya trênê ya di navbera Îran, Iraq û Sûriyê de hate diyarkirin

Iraqê der barê danûstandinên lidarxistina civîna sêalî ya di navbera Îran, Iraq û Sûriyê de kifş kir da ku karîna hevgirêdana rêyên trênê di navbera xwe de bikolin.

Ajansa Esna ya Îranê diyar kir ku Gerînendeyê Giştî yê Kompanyaya Giştî ya Rêyên Trênê ya Iraqê Talib El-Hiseynî got hevkarî ji aliyê Iraq, Sûriye û Îranê de ji bo lidarxistina civîna sêalî da ku karîna pêkanîna hevgirêdana rêya trênê di navbera her sê welatan de bikolin, dest pê kiriye.

Ev hevkarî jî piştî veguhastina wezîrê Iraqê Abdullah Xenî li beşa veguhastinê û girîngiya hevgirêdana rêyên trênê di navbera her sê welatan de (Akaşat, Tenef û Xinêfîs) de hatiye ku ev yek jî piştî lidarxistina civîna komîteya hevbeş a di navbera Iraq û Sûriyê de ku li Şamê hate birêvebirin û bi daxuyaniyekê ragihandin.

Ev lihevkirin jî di axaftina Huseynî de, der barê lihevkirinên ku di civîna dualî ya di navbera Iraq û Sûriyê de ku di 5`ê Tîrmeha 2014`an de hatibû lidarxistin, diyar dibe. Hêjayî gotinê ye ku berê der barê xurtkirina têkiliyên dualî de û bilindkirina asta xwestekê de, da ku hevkarî di aliyên bazirganî, aborî, zanistî û hunerî de di hemû beşan de hatibû tekezkirin.

El-Huseynî wiha wiha got: "Em gihaştin lihevkirinên hevkariya hevbeş a di beşa aborî de, her wiha valaderxistina hemû bend û kelemên dê der barê danûstandinên kel û pelên di navbera Sûriye û Iraqê de encamên nebaş derxînin holê ku ev cihê hinardeyên herêmî yên ji bo her duyan e, ku bi rêya danûstandinên bi hevkariya têkildarî beşên enerjî, kehrebe, veguhastina bejahî, deryayî, asmanî û rêya trênê hatine."

Hêjayî gotinê ye ku Îran bi serweriya xwe ya mezin li Iraq û Sûriyê tê naskirin û gelek komên çekdar ên li Sûriyê û Iraqê piştgiriya vê yekê dikin.

(eh)


Mijarên Din