Lijneya Hilbijartinan daxwaza partiya Erdogan red kir

Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê careke din daxwaza AKP`ê ya ji nû ve hejmartina dengan li navendên Stenbolê red kir.

Nûnerê partiya serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan AKP`ê yê di Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) de Recep Ozel roja sêşemê ragihand ku daxwaza AKP`ê ya ku Erdogan serokatiya wê dike ku daxwaz kiribûn careke din deng li 31 navendên Stenbolê werin hejmartin, red kir.

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên şaredariyan, piştî 16 salan cara yekemîn e ku partiya Erdogan di hilbijartinan de têk diçe û paytext Enqere jî ji dest da. Lê AKP`ê biryara têkçûna xwe nepejirandiye.

Namzetê CHP`ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmaoglu ku ji bo serokatiya şaredariya Stenbolê hatiye hilbijartin, li hemberî namzetê AKP`ê Binalî Yildirim bi 25 hezar dengan bi ser ket. Lê belê piştî îtiraza AKP’ê, li Stenbolê dengên gelek sindoqan dîsa hatin hejmartin û di encamê de ferqa di navbera Îmamoglu û Yildirim de daket 16 hezarî. Tevî ku hefteyek di ser hilbijartinên herêmî re derbas bûye jî hejmartina dubare ya dengan dewam dike.

(kc)


Mijarên Din