‘Lêkirina dîwar karesatek e, divê sînor jê re were danîn’

Hiqûqnas Ibrahîm Şêxo got eger Tirkiye lêkirina dîwarê parçekirinê bidomîne, dê bibe sedema karesateke mirovî. Şêxo bang li rejîma Sûriyê û civaka navdewletî kir ku li hember binpêkirinên Tirkiyê yên der heqê xaka Sûriyê de tev bigere.

Dewleta Tirk a dagirker bi binpêkirinên xwe yên li Sûriyê qanûnên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan û rêzgirtina ji welatên cîran re derbas kir. Di demên dawîn de jî bi armanca ku Efrînê ji Sûriyê qut bike û tev li xaka xwe bike, dest bi lêkirina dîwaran li derdora Efrînê kir.

Hiqûqnas Ibrahîm Şêxo di hevpeyvîneke li gel ajansa me de bang li civaka navdewletî û rejîma Sûriyê kir ku erka xwe li hemberî van zêdegaviyan pêk bînin û li hemberî binpêkirinên wê yên nerewa bisekinin.

Şêxo diyar ku tu sedem tune ne ku Tirkiyê dîwarê parçkirinê lê bike. Şêxo got Tirkiye hêzeke dagirker e û tu bingehên qanûnî ji lêkirina dîwar re tune ne.

‘Tirkiye biryarên NY‘yê binpê dike’

Şêxo bal kişand ser ku dagirkeriya Tirkiyê bi van kiryaran qanûnên navdewletî binpê dike û wiha domand: "Dewleta Tirk biryarên NY`yê yên giştî û taybet binpê kirin. Lêkirina dîwar binpêkirineke hovane ji hevpeymana NY`yê re û wek sûcek qanûnî der heqê dewletekî din de tê hesibandin."

Şêxo wiha berdewam kir: "Dîwar li gel bêdengiya navdewletî bi taybet welatên ku navê garantor li xwe dikin, mîna Rûsya tê lêkirin, ji ber ku Rûsya li herêmê serdest e. Dewleta Rûsya li ser zimanê rayedarên xwe ragihand ku haya wê ji lêkirina dîwara parçekirinê li Sûriyê tune ye. Her wiha ragihand ev tiştekî leşkerî ye da ku nuqteyên xwe biparêze. Lê tu bihaneyeke qanûnî ji bo lêkirina dîwar tune ye."

‘Bêdengiya Rûsyayê îsbata lihevkirinên wê yên bi Tirkiyê re ye’

Di berdewama gotinên xwe de Şêxo destnîşan kir ku sedema bêdengiya Rûsyayê, lihevkirina wê bi Tirkiyê re ye û wiha pê de çû: "Bêdengiya Rûsyayê îsbat dike ku lihevkirinek di navbera wê û Tirkiyê de heye. Ji aliyekî ve balafirên Rûsyayê êrîşî gundewarê Hema û Idlibê dikin û ji aliyekî din ve dewleta Tirk dîwarê parçekirinê lê dike û dihêle çete êrîşî gundên kantona Şehbayê mîna Merenaz, Malîkiye û gundên din bikin."

‘Rejîm bêyî erêkirina Rûsyayê nikare tiştekî bike’

Şêxo bang li Rejîma Sûriyê kir ku li hember binpêkirinên Tirkiyê bê deng nemîne û got: "Efrîn bajarekî Sûriyê ye. Lê tenê helwestên şermok ji hêla hikumeta Sûriyê ve derketin. Divê rejîm li hember wan binpêkirinan bilive. Daxuyaniyên lawaz delîl e ku ew bêyî şêwira Rûsyayê nikare tiştekî bike."

‘Divê her kes li hemberî lêkirina dîwar tev bigere’

Hiqûqnas Ibrahîm Şêxo bang li kurdistaniyên li derveyî welat û dîplomatên Kurd kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û bêdengiya navdewletî xwepêşandanên aştiyane li dewletên cîhanê li ber navendên rêxistinên navdewletî û NY`yê organîze bikin û banga bidawîkirina binpêkirinên Tirkiyê bikin. Şêxo got: "Heger ev binpêkirin bidomin, dê bibin sedema koçberkirina bi sed hezaran şêniyên Efrînê û dê rê li pêşiya karesateke mirovî veke. Divê civaka navdewletî berpirsyariyên xwe yên exlaqî û mirovî li hember wê bînin cih."

(şx)

ANHA


Mijarên Din