‘Lêkirina dîwar li Efrînê berdewama siyaseta Osmaniyan e’

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê destnîşan kir ku dîwarê ku Tirkiyê li bajarê Efrînê lê dike, berdewamiya siyaseta Osmaniyan e û teqez kir ku ev dîwar wan ji berxwedana wan dûr naxe.

Der barê lêkirina dîwarê ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê lê dike, Rêveberiya Sivî a Demokratîk a Herêma Tebqayê daxuyaniyek da û binpêkirinên Tirkiyê şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê cîgirê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Şadî El-Îbrahîm ve li pêşiya avahiya rêveberiyê bi beşdarbûna Hevserokên Meclisa Rêveber Hind El-Elî û Şiyar Mihemed û dehan endamên komîteyan, hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji gelê me re çavnebariyên Erdogan hate xuyakirin, ku ne tenê guhertina demografîk ji herêma Efrînê re dike, ew hewl dide Efrînê tevlî Tirkiyê bike, ev yek dide diyarkirin ku dagirkeriya Tirkiyê rengek ji rengên Osmaniyan e.

Tiştê ku Erdogan û hevkarên wî dikin ne xerîb e, yê xerîb ku civaka navdewletî bi hemû saziyên wê li hember binpêkirnên li Efrînê bêdeng e, heta ku tu daxuyanî der barê binpêkirnên dagirker neda.

Siyaseta Tirkiyê ya niha li Efrînê, bizorê dihêle ku zimanê tirkî li ser niştecihkaran feriz bike, da ku nasnameya Tirkiyê bide wan, ev yek jî kûrbûneke xwe di aliyê erdnîgariya Sûriyê de heye.

Em bang li hemû gelê Sûriyê dikin ku bibin yek û li dijî vî dîwarî û dijî her cure êrîşên Tirkiyê bisekin in.

Em bang dikin ku komîteyekê ji bo lêpirsînê der barê sûcên Tirkiyê derheqê şêniyên herêma Efrînê de dike were avakirin, her wiha em bang li Meclisa Ewlehiya Navneteweyî, Koalisyona Navneteweyî, Mafên Mirovan, rêxistinên mirovî û kesên banga aştiyê dikin, dikin ku dijmanatiya Tirkiyê li ser gelê Efrînê rawestîn in."

(jo)

ANHA


Mijarên Din