‘Lêkirina dîwarê parçekirinê sepandina siyaseta dagirkeriyê û qutkirina Efrînê ye’

Rêveber û endamên Rêveberiya Jinan a Reqayê îşaret pê kir ku armanca dagirkeriya Tirk ji lêkirina dîwarê parçekirinê sepandina siyaseta dagirkeriyê û ji nû ve vejandina dewleta Osmanî ye.

Dewleta dagirkeriya Tirk di lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê de bi armanca qutkirina ji xaka Sûriyê û parçekirina herêmê, berdewam e. Di vê çarçoveyê de rêveber û endamên Rêveberiya Jinan a Reqayê destnîşan kir ku dewleta dagirkeriya Tirk hedef dike Efrînê wekî Lîwa Iskenderonê bike.

Berpirsa Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Abdî di vê derbarê de wiha axivî: "Efrîn parçeyek ji Sûriyê ye û nayê qutkirin. Tê de hemû pêkhate ji Ereb, Kurd, Ermen û Suryan hene. Hembêzkara hemû penaberên ji bajarên Sûriyê bû. Lê ev jî li kêrî dewleta dagirkeriya Tirk nehat û tê de tevahî binpêkirinên derexlaqî dimeşîne.”

Zelîxa bal kişand ser ku baweriya wan bi Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) ên ku li beramber çeteyên DAIŞ’ê sekinîne û têk birine, heye û wiha domand: "Em bi QSD’ê bawer in ku dê bikare dagirkeriya Tirk li Efrîna dagirkirî  ku di nava bêdengiya navdewletî û peymanên dewletên ku bi demokratiyê bang dikin de dagir kiriye, têk bibe.”

Di dawiya axaftina xwe de Zelîxa got: "Em ê piştgirê QSD’ê ku rizgarkirina xaka Sûriyê ji destê dagirkeran hildaye ser milê xwe, bin. Em ê di avakirina projeya xwe ya ku dagirkeriya Tirk jê ditirse, berdewam bin.”

Ji aliyê xwe ve jî berpirsê Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem Ebdo îşaret pê kir ku Tirkiyê bi rêya lêkirina dîwarê parçekirinê hedef dike ku Efrînê ji xaka Sûriyê qut bike û wiha da zanîn: "Em birînê û parçekirina xaka Sûriyê, bi taybet qutkirina Efrînê ji Sûriyê yê ku bûbû hêmbêzkerê tevahî koçberên Sûriyê, qebûl nakin."

Meryem Ebdo wiha lê zêde kir: "Dewleta dagirker a Tirk ji projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş metirsîdar e. Ji lew re bi hemû hêza xwe hewl dide vê projeyê têk bibe. Em ê jî hevkarên hev bin da ku projeya biratiya gelan bidomînin."

Ji aliyekî dîtir ve jî endama Rêveberiya Jinan a Reqatê Xaliya Kecwan destnîşan kir ku lêkirina dîwarê parçekirinê ew e sepandina siyaseta dagirkeriyê bi armanca ji nû ve vejandina dewleta Osmanî ye.

Di dawiyê de Xaliya Kecwan bêdengiya navdewletî der barê kiryarên dagirkeriya Tirk a parçekirina xaka Sûriyê de şermezar kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din