Lêkolîner: Divê cîhan ji  peymanên veşartî yên Tirkiyê û DAIŞ’ê, hişyar be

Lêkolînerê di Tevgerên Îslamî û rayedarekî berê yê Îxwan El-Muslimîn ku dev ji wan berda ye, Xalid El-Zeiferanî got divê ji peyman û têkiliyên veşartî yên Tirkiyê bi çeteyên DAIŞ’ê re girê didin, hişyar bin. Her wiha diyar kir ku hemû pêşbînî misoger dikin ku bikaranîna DAIŞ’ê xak Tirkiyê mîna baregeheke istratejîk a destpêkirina êrîşên şerên li herêmê ne, bi taybet li Iraq, Sûriyê û Lîbyayê ne.

Di daxuyaniya li gel rojnameya "El-Beyan" de, lêkolînerê di karûbarên Tevgerên Îslamî de Xalid El-Zeiferanî got, tekez ku ji nav nîşaneyên ku têkiliya xurt a di navbera serokkomarê Tirkiyê û DAIŞ’ê de misoger dike ew e daxuyaniyên berê yên Erdogan der barê veguhastina hin terorîstan ên ku ji Sûriyê derketin û şandina wan a Misrê de da ku wan li Çolistana Sînayê bi kar bîne ye.

El-Zeiferanî got: "Ji bilî wê jî nûjentirîn nîşane, yê girêdayî dîmena dawî ya der heqê serçeteyê rêxistina DAIŞ’ê Ebû Berkir El-Bexdadî de ku bi awayekî rasteqîn têkiliya di navbera rêxistina terorîst û rejîma Tirkiyê de sepandiye. Di vê çarçoveyê de dîmena girêdayî El-Bexdadî hat weşandin û di dawiya wê de jî kesek ser çavên xwe pêçayî raporên mehane yên şaxên rixistinê yên cihêreng pêşkêşî El-Bexdadî dike. ji wan raporan jî navê Trikiyê hebû û tê destnîşankirin ku rêxistina terorîst li xaka Tirkiyê heye."

Di berdewama axaftinê de wiha El-Zeiferanî got: "Ji nîşaneyên dîtir ên ku îşaret bi hevgirtin û eşkerekirina têkiliya Tirkiyê û rêxistina terorîst dike, ew e ku piranî şûnwarên ku li Iraq û Sûriyê hatine dîtin, firotin Tirkiyê. Ji wê jî zêdetir petrol, dewlemendî û aboriya ku Tirkiyê bi rêya şerên vê rêxistina terorîst birine.”

Lêkolînerê Karûbarên Tevgerên Îslamî lê zêde kir ku Tirkiyê bi erka piştgirî û piştevaniya lojistî û leşkerî ji endamên DAIŞ’ê re ji çekên nûjen da ku çalakiyên terorîst li Iraq, Sûriyê û Lîbya pêk bînin, radibe. Tirkiyê bûye dergeheke sereke ya derketina çekan ji endamên terorîst ên li Sûriyê û Iraqê re, ji ber asteng e bi rêya Urdin an jî Îranê pêk bîne.

El-Zeiferanî da zanîn ku tevî erdnîgariya Tirkiyê ya ji Sûriyê û Iraqê û dabînkirina hembêzkirina terorîst re, ji dewletên herî kêm rastî êrîşên rêxistina DAIŞ’ê hatine.  Ji wê jî zêdetir li gor metirsiyên Ewropayê  Tirkiyê dergeha sereke ya derbasbûna rêxistinê li hundirî Ewropa ye, ew jî piştî rêxistinên terorîst xaka Tirkiyê kir kampên plangerî û pêkanîna êrîşên girseyê li Ewropa û dewletên dîtir.

El-Zeiferanî îşaret pê kir ku rejîma Tirkiyê rêxistina DAIŞ’ê ji bo berjewendî û dagirkirina herêmê bi kar tîne. El-Zeiferanî diyar kir heke ne ji vê rêxistina terorî bûya, Tirkiyê li Sûriyê yan li Iraqê yan jî li Lîbyayê tune bû.

Di dawiyê de lêkolînerê di Karûbarên Tevgerên Îslamî de got Tirkiyê tevî ku hêzên xwe li herêmê bi rêya piştevanî û piştgirîkirina DAIŞ’ê zêde kiriye, dê pir poşman bibe û dê azarên ku aniye ser gelên Sûriyê, Lîbyayê û Iraqê ya piştevanîkrina terorê bên serê wê jî. Ew jî çi bi rêya darbeya endamên DAIŞ’ê li dijî rejîma Tirkiyê dibe û yan jî bi rêya ciwanên Tirk ên ji demeke nêz de tev li DAIŞ’ê bûne.

(fr)


Mijarên Din