Lêkolînerê sûrî: Rûsya hewl dide hevpeymanên Soçiyê pêk bîne

Lêkolîner û nivîskarê sûrî Ehmed El-Dirzî diyar kir ku oparasyona leşerkî ya hêzên Rejîmê ya li bejahiya Helebê û Idlibê pêkanîna hevpeymanên Soçî yê ne. Ev yek dihêle dewleta Tirk tawîzan bide.

Piştî hevdîtina serokê Rûsya û serokkwezîrê dewleta Tirk, hêzên Rejîmê li dordora bajarê Meret Numan pêş ve diçin û gihaştin derdora bajêr. Li ser rewşa herêmê lêkolîner û nivîskarê sûrî Ehmed El-Dirzî ji ajansa me re axivî.

‘SIYASETA RÛSYAYÊ YA JI BO TIRKIYÊ ENCAM NEDA’

El-Dirzî wiha dest bi axaftina xwe kir: “Rûsya hewl dida Tirkiyê berbi xwe ve bikişîne û ji NATO’yê dûr bixe. Lê ev siyaseta Rûsyayê encam negirt. Nexasim piştî destkeftiyên li Sûriyê dane dewleta Tirk. Heman demê de bi rêya derbasbûna du boriyên gaza rûsî ber bi başûrê Ewropa başûrî ve, destkeftiyên aborî jî dan Tirkiyê.”

Ehmed El-Dirzî wiha pê de çû: "Destkeftiyên ku Rûsya li Lîbya daye dewleta Tirk têra ku rêveberiya siyasî ya Tirkiyê bibe hevkarê projeya orasî nake. Berovajî vê yekê têkiliyên Tirkiyê bi Rûsya û DYA`yê re hene û  li ser hesabên gelên herêmê hîn zêdetir projeyên xwe qezenc dike. Bê guman dewleta Tirk li ser hesabê stratejiya aliyên din, hewcedariyên Rûsya û Amerîka keysbaziyê dike û ji bo xurtkirina jeopolîtîkiya xwe bi kar tîne.”

‘ÊRIŞÊN LI DIJÎ IDLIBÊ MISOGERKIRINA HEVPEYMANÊN SOÇIYÊ  NE’

Têkildarî êrişên Rejîmê yên li dijî Idlibê lêkolîner Ehmed El-Dirzî wiha axivî: “Oparasyonên hêzên artêşa Sûriyê her wiha hevalbendên Şamê yên li bejahiya Helebê û Idlibê, tên wateya misogerkirina hevpeymanên Soçiyê. Ev jî dibe sedem ku dewleta Tirk hîn zêdetir tawîzan bide. Li gel vê yekê dev ji hin projeyên xwe berde û hîn zêdetir xwe tevlî nava projeyên cîhanî yên ku dixwezin li herêmê pêk bînin bibe. Dê hewl bide di vê projeyê de rolekî sereke bilîze.”

Derbarê hebûn an jî nebûna hevpeymaneke rûsî-tirkî Ehmed El-Dirzî wiha got: “Ji têkiliyên aliyên bi nakok ez naxwazim gotina "Hevpeyaman" bi kar bînim. Lê ji vê gotinê zêdetir, mirov dikare bibêje, taktîkên bi nakok ên aliyan û pêwîstî birêvebirinê heye.”

 ‘DYA NE DERVEYÎ TAKTÎKAN E’

Derbarê helwesta Amerîka ji vê yekê Ehmed wiha amaje kir: “Li gorî îtîrafên rûsî-amerîkî, DYA ne li derveyî taktîkan e. Di nava nakokiyên kur de ye û tê de hêzên mezin li aliyên piçûk nanêhêrin. Anku tenê wekî lîstokeke piçûk a berjewendiyên xwe dibinin. Li gel vê yekê îtîbara herî zêde ji bo berjewendiyên hêzên mezin e û hêzên din tenê hurgilîne her wiha rola wan di vê cîhanê de li gorî hêza wan e.”

Lêkolîner û nivîskarê sûrî Ehmed El-Dirzî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Guhartinên heyî ne mumkin e werin pêşbînkirin. Lew re divê hêzên xwecihî û herêmî jî, sînorên axa di bin destên wan de ye, binexişînin, da ku cihê xwe di sîstema herêmê ya nû de destnîşan bikin.”

 (eh)

ANHA


Mijarên Din