​​​​​​​Lêkolînerekî misirî: Destekdayîna dewleta Tirk ji Îxwanan re hişt ku ew bi bin bikeve

Lêkolîner Mehmûd Beysûnî got, dewleta Tirk gihaşt wê baweriyê ku nêzîkatiyên wê yên piştevaniya bi komên terorîst ên li Misirê re şaş in û diyar kir ku projeya Osmanî ya dewleta Tirk hate eşkerekirin û di qada herêmî de hate rekirin.

Têkildarî daxuyaniyên dawîn ên dewleta Tirk ku hewl dide xwe nêzî Misir bike nivîskar û lêkolînerê siyasî yê misirî Mehmûd Besyûnî ji ANHA'yê re axivî.

Mehmûd Besyûnî wiha got: "Li gorî texmîna min têkçûna dewleta Tirk li hemberî Misirê hişt ku rêxistian îxwanan metirsîdar be û ji wan re hat îsbatkirin ku piştdayîna wan ji Tirkan re bê hêvî bû, her wiha îsbat kir karên wan ên sîxurtî û îstîxbaratî bi rejîma Tirkiyê re û îxaneta li welatê wan yên resen bi berdêl bû. Berdêl ew e ku dewleta Tirk berê xwe da Misirê da ku têkiliyên xwe bi wan re baş bike û ji îxwanan xilas bibe."

Nivîskarê misirî destnîşan kir ku axaftina Erdogan a bi nakok a der heqê Misirê de, hişt ku alîgirên wê yên şepêla Îslamî şaş bimînin  û got, Erdogan ji tawanên li dijî Misirê yên girêdayî demokrasiyê re paşde vekişî û tişta li Misirê bûye Erdogan bi derbeyê bi nav kir.

Mehmûd Besyûnî wiha domand: "Dewleta Tirk gihaşt baweriyê ku di şoreşa 30’yê Hezîranê de bi awayekî şaş tev geriye û destekdayîn û piştevaniya wê ji komên terorîst hişt ku zirarên mezin bike û ji aliyê herêmî ve dorpêç bibe. Her wiha eşkerekirina projeya wê ya dagirkirina dewleteke erebî ku parçeyk ji projeya wê ya vegerandina Osmaniya nû ye, rastî gelek redkirinên dewletên Ereb hat."

Her wiha lêkolînerê misirî diyar kir ku Erdogan behsa berjewendiyên di navbera her du welatan de kir û wiha domand: "Erdogan peywendiyê bi rêveberiya Misirê re dike ku di demeke berê de gotibû ew ê di tu rewşan de danûstandinê pêre neke. Ji ber wê jî hişt ku şepêla Îslamî tev li hev bibe."

Mehmûd Besyûnî teqez kir ku Misir heta niha helwesta xwe di pesindayîna dewleta Tirk de ranegihandiye, bê deng maye, xebata diplomatîk a aram dike û hiştiye aliyê Tirkiyê ji berjewendiyên xwe yên berê ji bo nêzbûnê bi paş de bikişe.

Lêkolînerê misirî diyar kir ku Misir dê ji hevalbendiya xwe li rojhilatî deriyaya Spî bi Qibris û Yewnanistanê re paşde venekişe, nemaze ku Qahîra navenda komxebata gaza deryaya Spî ye.

Besyûnî bi domdarî got: "Misir dê li gorî rastiya aliyê dewleta Tirk di nêzîkayên xwe yên de, helwesta xwe diyar bike. Gelo heke têkiliyên dewleta Tirk bi Misirê re vegerîn, dê berjewendiya Misirê çi be, bi taybet ji ber gelê Misirê ji piştevaniya dewleta Tirk ji rêxistinên terorîst re mixabineyekê hîs dike. Lê di encama piştevaniya dewleta Tirk ji rêxistinên terorîst re hişt şehîdên misirê çêbibin. "

Di dawiyê de nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Misirî Mehmûd Besyûnî got divê dewleta Tirk li gorî siyaseta başbûna bi dewletên cîran re tev bigere, dev ji destwerdan û gefên li ser ewlehiya erebî ku Qahîra parastina wan dike, berde.

(bx)

ANHA


Mijarên Din