Lêlûn bi hunerê bersiva şer da

Li gelek dewletên cîhanê mîhrîcan tên lidarxistin, lê belê dema ku mîhrîcaneke navneteweyî li kampekê ku bi hezaran koçber lê dimînin bê lidarxistin, dibe bûyereke nejirêzê.

Bi dirûşmeya "tek gul nabe gulistan" li kampên Berxwedan û Serdem ên kantona Şehbayê Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî hate lidarxistin û tê de fîlmên navneteweyî û Kurdistanî hatin pêşandan. Mîhrîcanê bala cîhanê kişand ser wê cografyaya biçûk ku hikumeta Şamê ji aliyekî ve û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji aliyekî din ve, dorpêçeke giran lê ferz dikin.

Her wiha mîhrîcanê deriyê peywendiyê di navbera çandên cîhanê de vekir û derhêner û nivîskar anîn gel hev û nêrîn, fikr û çandên cuda bi hev re parve kir.

Mîhrîcanê di 21`ê Îlonê de dest pê kir ku rastî Roja Aştiyê ya Cîhanê hat û heta 27`ê Îlonê anku hefteyekê dewam kir. Fîlm li ser ekraneke mezin ya bi ferehiya 7 metre û dirêjahiya 5 metre nîvan, hatin pêşandan.

ÇIYAYÊ LÊLÛN ŞAHIDÊ KOÇBERIYA EFRÎNIYAN E

Lêlûn çiyayekî kurdî ye û bi şûnwaran dewlemend e. Ew parçeyekî Çiyayê Kurdax e û li başûr rojhilatê herêma Efrînê û bakur rojavayê Helebê dikeve. Çiyayê Lêlûn ji deşta Qitimê û Kefercenê ji aliyê bakur ve, heta deşta Zerneîtê dirêj dibe, ji aliyê rojava ve jî li ser destên çemê Efrînê û gundên Qîbarê, Tirindê, Eyn Darê û Xezawiyê dikeve.

Çiyayê Lêlûn şahidê koçberiya bi hezaran şêniyên Efrînê bû ku ji ber dagirkeriya Tirk di 18`ê Adara 2018`an de ji bajarê xwe derketin. Ji ber wê, kesên Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî bi rêxistin dikin, navê "Lêlûn" pejirandin û azarên şêniyên Efrînê ji cîhanê re nîşan dan.

BERXWEDANA 58 ROJAN BI RÊYA HUNERÊ HAT NÎŞANDAN

Mîhrîcana Lêlûn bi hunerê bersiva şer da û berxwedana şêniyên Efrînê ya li dijî çekên pêşketî ya dagirkeriya Tirk, belge kir. Di mîhrîcanê de 58 fîlm li kampên Şehbayê hatin pêşandan.

LÊLÛN RÊ DA PEVGUHERTINA ÇANDAN

27 fîlmên Erebî, kurdî û biyanî yên ji dewletên cuda yên cîhanê di mîhrîcanê de hatin pêşandan. Mîhrîcan li xaka herêma Şehbayê ya nêzî Efrînê hat lidarxistin, ku Efrîn di 20`ê Çileya 2018`an de rastî êrişeke leşkerî ya dewleta Tirk hatibû û di 18`ê Adara heman salê de hatibû dagirkirin. Ji ber dagirkeriya Tirk nêzî 350 hezar sivîlên herêmê bi darê zorê koçber bûn. Niha nêzî 150 hezar sivîl li kantona Şehbayê dijîn. Ji lewra kesên mîhrîcanê bi rêxistin dikin xwest ku mîhrîcan pireke çandî ya girîng be û çanda gelê Efrînê bigihîne çandên cîhanê, her wiha derfeteke ji bo komkirina derhêneran û parvekirina nêrîn û fikran.

FÎLMÊN BERXWEDANÊ DI MÎHRÎCANÊ DE DERKETIN PÊŞ

Di mîhrîcanê de gelek fîlmên ji aliyê naverok û nameyê de cuda û gelek fîlmên li ser berxwedanê hatin pêşandan. Fîlmê "Ji bo Azadiyê" yê derhênerê Kurd Ersîn Çelîk ku di roja yekê ya mîhrîcanê de hat pêşandan, bandoreke mezin li temaşekeran kir. Di fîlmê de berxwedana 100 rojî û îsrara şervanan, nîşan dide. Fîlmê "Cry of Sky"  ê derhênerê Iraqî Şahram Qadir li ser bûyerên sala 1975`an li Başûrê Kurdistanê bû, dema ku rejîma Baasê şer li dijî tevgera Kurdî ragihand, komkujî pêk anî û bi sedan malbatên Kurd koçî sînorên Iraq-Îranê kir, lê tevî wê yekê jî gelê Kurd serî ji daxwazên dijminan re denanî. Her wiha fîlmê "Engam El-Tibûl" ê derhêner Reşo Kasan ku li Kampa Serdem hat pêşandan û behsa berxwedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê û hevkariya wan ji bo parastina destkeftiyên xwe kir. Fîlmê "Çiyayê Sor" jî yê derhênerê Lubnanî Kamil Herib, hate pêşandan.

DERHÊNERÊN KURDISTANÎ BI FÎLMÊN XWE RASTIYA KURDISTANÊ NÎŞAN DAN

Derhênerên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê bi gelek fîlman beşdarî Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî bûn, ku bal kişandin ser azarên gelê Kurd, wekî fîlmê "Return anku Veger" yê derhênerê ji Bakurê Kurdistanê Selman Denîz. Denîz xwest balê bikişîne ser rewşa Kurdistanê, fîlm li ser ciwanekî bi navê Eyûb e ku di Çiyayê Araratê re dikeve rêwîtiyê da ku li meta xwe ya li aliyê din ê çiyê bigere. Dema ku Eyûb meta xwe dibîne, ji zimanê wê fêm nake û biryara vegerê dide. Fîlm rewşa xelkê çar parçeyên Kurdistanê şîrove dike.

Derhêner Beroj Akreyî li ser sînemeya Kurdî wiha dibêje: "Divê sînemeya Kurdistanî pêş bikeve û bigihîne asta cîhanê, da ku azarên gelê Kurdistanê derxîne. Divê sînemaya Kurdistanê balkêş be û bikeve kûrahiya mijarên girêdayî rastiya gelê Kurd. Em bi hêvî ne ku bigihîne asta tê xwestin."

DOZÊN JINAN LI ROJHILATA NAVÎN Û BEŞDARBÛNA JINAN DI MÎHRÎCANÊ DE RENGÎ TAYBET LÊ ZÊDE KIR

11 derhênerên jin ên ji gelek welatan fîlmên xwe di Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî de, dan pêşandan. Her fîlmek xwedî nameyeke taybet bû. Hin derhêneran jî dozên jinan û bandora civakê li jinan, girtin dest. 

Fîlmê " Above the knee" yê derhênerê Misirî Lebîb Izet Xeyr, mînaka wê yekê bû. Dema fîlmê 8 deqe û 8 sanî bû. Derhêner xwest ku destnîşan bike ku civakên Rojhilata Navîn dest li çarenûsa jinan werdidin û dorê lê teng dikin. Di fîlmê de nêrîna civaka baviksalar ji jinan re û piçûkxistina jinan hat rexnekirin.

Derhênera Fîlmê "Sah" Nursel Dogan ku dema wê 14 deqe û 48 sanî bû, xwest ku bêje ku jin dikarin zehmetî û urf û adetan derbas bikin û bigihînin mafên xwe. Her wiha ew jî wekî zilaman xwedî maf in.

Her wiha fîlmên girêdayî dozên civakî wekî veqetînê, zewacê û berdanê di mîhrîcanê de hatin pêşandan ku bandorê li jinan dike, wekî fîlmê " Shake hands" ê derhênera ji Yewnanistanê Katrina Segala.

SIYASETA Û HUNER GIHAŞTIN HEV

Derhêneran di fîlmên xwe de nameyên siyasî jî şandin, wekî Fîlmê " Water mission" ê derhênerê ji Venzewêla Alvor Caceres. Di fîlmê de hat diyarkirin ku dê cîhan di pêşerojê de ji bo avê şer bike. Bûyerên fîlmê li ser qutbûna avê ji nişka ve li herêmekê ye ku dibe sedema aloziyê û xwepêşandanan. Fîlm xwest vê nameyê bide ku çarenûsa gelê cîhanê bi hebûna avê ve girêdayî ye.

TEVLÎBÛNA ŞÊNIYAN ZÊDE BÛ

Şêniyan bi rêjeyeke mezin tev li mîhrîcanê bûn û li her du Kampên Serdem û Berxwedan li fîlman temaşe kirin.

Şêniya bi navê Zelûx Henan ku beşdarî çalakiyên mîhrîcanê bûbû wiha got: "Lidarxistina mîhrîcaneke navneteweyî li kampên koçberiyê, ji me re serbilindî ye. Me ji dijmin re îspat kir ku çawa me 58 rojan li Efrînê li ber xwe da, em ê li kantona Şehbayê jî berxwedana xwe dewam bikin. Em bi rêya mîhrîcanê nameya xwe digihînin cîhanê ku tevî koçberiyê jî, em bi îradeya xwe tiştên balkêş diafirînin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din