Lêlûn peyama berxwedanê ye

Hejmarek rêveberên kantona Şehbayê têkildarî mîhrîcana Lêlûn a Sînameyê ya Navnetewî got: "Mîhrîcana Lêlûn ji cîhanê re îsbat dike ku şêniyên Efrînê bi çand û xaka xwe ve girêdayî ne û hezkiriyên azadî, mirovî û aştiyê ne."

Mîhrîcana Lêlûn a Sînameya Navnetewî ku 21'ê Îlonê li kampên Berxwedan û Serdemê yên kantona Şehbayê hatiye destpêkirin, didome. Mîhrîcan dê 27'ê Îlonê bi dawî bibe.

Têkildarî mîhrîcanê rêveberên kantona Şehbayê nêrînên xwe parve kirin û diyar kir ku ev mîhrîcana peymaneke didin cîhanê ku şêniyên Efrînê yên koçber bi ax û çanda xwe ve girêdayî ne.

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê Henan Seydo destnîşan kir ku têkoşîna wan a çandî heta piştî koçberkirina bi zorê ber bi kantona Şehbayê ve didome û got, tevgera çandê xwest ku bibe pêşenga civakê da ku bi rêya mîna çalakiyên hunerî li Şehbayê çanda xwe biparêzin.

Seydo diyar kir ku armanca mîhrîcana Lêlûnê peyamekê bide civaka navnetewî ku şêniyên Efrînê hezkiriyên mirovahî, azadî û aştiyê ne û bi çand û axa xwe ve girêdayî ne.

Henan Seydo got, çalakiyên wan hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava xwe de digire, ku fikira biratiya gelan, danasîna çanda herêmê bi cîhanê re nîşan dide û wiha dom da axaftina xwe: "Çalakiyên me berdewam in, beriya vê mîhrîcana Mîtan hebû, rojên bê wê mîhrîcana dîlanên folklorî dest pê bike. Berxwedana me berdewam e, em soz didin gelê xwe ku em ê çanda xwe biparêzin."

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso, diyar kir ku lidarxistina mîhrîcana dê wê rewşa zehmet de ku şêniyên Efrînê di nava kampan û malên kavilkirî de dikişînin bi serê xwe berwedanek e.

Naso destnîşan kir ku mafên şêniyên Efrînê daxwazê mafên xwe bikin, ji ber ku ew xwediyên rastîn ê xaka xwe ne û dewleta Tirk dewleke mêtînger e, bi navê îslamê şerê kurdan dike û îslam ji wan bêrî ye.

Mihemed Naso helwesta bêdeng a rêxistinên hiqûqî û navneteweyî ya dema êrişên dewleta Tirk a li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û ev got: "Armanca pêşandana fîlman cîhan azarê şêniyên Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji berbinpêkirinên Tirkiyê nas bike."

Naso spasiya derhêner û komîteya amadekar a mîhrîcanê kir ku azarê şêniyan Efrînê rave dike.

ANHA


Mijarên Din