Lloyd Russell: Divê civaka navnetewî Rêveberiya Xweser mînak bigre

Şandeya Birîtanyayê got: "Rêveberiya Xweser a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimune ye. Divê civaka navnetewî ji xwe re bike mînak.”

Di serdana şandeya Birîtanî ya ji bo Kobanê de, piştî civîna bi rêveberên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, bersîva pirsa nûçegihanê me da.

Nûçegihanê me ev pirs kir: "Di serdana we de heta kijan astê we pêşketina mekanîzmeya karê Rêvberiya Xweser li ser astên siyasî û xedemî ji şaredarî, perwerdehî û enerjî dîtiye?"

Endamê perlamana Birîtanî, endamê Partiya Karkerên Berîtanyayê û serokê şandeya berîtanî Lloyd Russell bersîva pirsê da û got: "Ev cara duyemîne ku em serdana herêmê dikin. Serdana  par di Nîsana 2018`an de bû. Herêm ji ber êrîşên DAIŞ`ê hema bêje wêran bûbû. Lê niha gelek pêşketin li tevahiya astan bala me kişand."

Lloyd Russell spasiya Rêveberiya Xweser kir û got: “Ne tenê bi navê perlamana Birîtanî lê belê bi navê hêzên Koalîsyona Navdewletî yên ku desteka Rêveberiya Xweser kirine em rêveberiyê ji ber destkeftiyên ku li ser tevahiya astan bi dest xistine spas dikin."

Di dawiyê de Lloyd Russell got: "Ev rêveberiya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimune ye. Divê civaka navdewletî ji xwe re bike mînak. Pêşketinên ku pêkhatine, encama kedek bêhempa ye."

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din