Lîlwa Abdullah ji hewldana sûîqastê rizgar bû

Berdevka Fermî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abdullah ji hewldana sûîqastê rizgar bû û ajokarê wê birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku dezgehên çapemeniyê û torên civakî parve kirine, li dijî Berdevka Fermî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abdullah hewldana sûîqastê hate kirin.

Hate ragihandin ku dema Berdevka Fermî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abdullah li ser rêya Xurafî ya Dêrazorê derbas dibû, kesên nenas gule li erebeya wê reşandin. Lîlwa Abdullah rizgar bû û ajokarê wê birîndar bû.

Derbarê bûyerê de tu aliyan daxuyanî nedaye.

Ev cara 5'an e ku şaneyên veşartî hewl didin li dijî Lîlwa Abdullah sûîqastê bikin. Hewldan têk diçin.

ANHA


Mijarên Din