Êlên Ereb: Îdiayên dewleta Tirk derew in

Rûspiyên êlên Ereb îdeayên dewleta Tirk ên ku dibêje, êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştevaniya wan dikin, derewandin û gotin: “Hemû êl bi QSD’ê re ne û li dijî gefên Tirkiyê ne.”

Dewleta Tirk a dagirker bi hincet û bihaneyên derew, gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Dewleta dagirker dixwaze bi van hincetên derew herêmê dagir bike. Heman demê de, li herêmê siyaseta guhertina demografiyê û îmhakirina çandê dimeşîne. Armanc ew e ku herêmê bike nuqteya terorê û ji nûve rêxistinên tundraw biafirîne.

Serokê meclisa qebîleya Cebûr û endamê rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Fewaz Zewbe derbarê gefên Tirkiyê de wiha got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dagirkeriya Tirk hewl dide nearamî û tevlîheviyê li herêmê çêbike.”

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cihêrengiya çand, etnîk û olan navdar e. Tevahî di rêveberiya herêmê de beşdar in û cihê xwe di Rêveberiya Xweser û meclisên herêmî de digirin. Zewbe di vê çarçoveyê de wiha axivî: “Berjewendiyên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Dixwaze herêmê dagir bike û demografiya herêmê biguhere. Çawa ku niha li Efrîn, Bab, Ezaz û hwd… pêkaniye.”

Zewbe derbarê îdîayên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan de ku dibêje, êlên Ereb ên Bakurê Sûriyê piştgiriyê didin wî, wiha axivî: “Ew ne wekîlê li ser êlên Ereb ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Êlên Ereb û Kurd hevgirtî ne û dagirkirina herêmê red dikin. Me herêmên xwe bi xwîna hezaran şehîdan rizgar kir. Ji bo parastina herêmên xwe, berdêlên giranbiha hatin dayîn. Em nahêlên ti kes tevliheviyê pêk bîne.  Ji ber armanca dagirkeriyê tevahî pêkhateyên herêmê ne.”

Rûspiyê êla Cehêş û seroka meclisa rûspiyên bajarê Hesekê Abdullah Kondar diyar kir ku hedefa gefên Erdogan ew e ku  xewnên Osmaniyan ji nû ve vejîne û wiha got: “Dixwaze vê jî bi hinceta ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriyê li ser ewlehiya nîştimanî ya Tirkiyê çêdikin, bike. Armanc dagirkirina herêmê ye. Tevî avakirina ewlehiya sînor, hê jî gefên dewleta Tirkiyê berdewam in. Gefên wê bi armanca tevliheviya aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne."

Kondar gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Pêkhateyên Ereb û tevahî êlên Ereb bi QSD’ê re ne. Ji ber ew hêza yekane ya ku parastina wan ji dagirkeriyê dike ye. Em îdîayên dewleta dagirker a Tirk, şermezar û lanet dikin."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din