Êlên Ereb ên Kobanê: Em ê bi QSD’ê re li dijî êrîşan bisekinin

Êlên Ereb ên navçeya El-Qenayê ya rojavayê Kobanê diyar kir ku QSD’ê bi serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ’ê ewlehî, aştî û aramiya gelên herêmê û cîhanê mîsoger kir û tekez kir ku gefên Tirkiyê li beramber herêmê red dikin. Li rexê jî êlên Ereb diyar kir ku dê bi yekrêzî li gel QSD’ê li dijî êrîşên li ser herêmê bisekinin.

Li hember gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û anîna leşkerên xwe li ser sînor, êlên erebî yên li navçeya El-Qenayê ya rojavayê bajarê Kobanê daxuyaniyek weşand û gefên Tirkiyê red kirin.

Daxuyanî ji hêla şêxê êla El-Ewn a navçeya El-Qenayê Hesen Mewas ve bi beşdariya gelek rûspî û şêxên êlên erebî yên li herêmê hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk bi awayekî bênavber gefên êrîşkirina li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Da ku rewşa aramî û ewlehiya li herêmê derbe bike û tecrubeya demokratîk û modela jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de bi dawî bike.

Ev gef li ser herêmê û li ser çareya aştî ya li ser Sûriyê xetereyê pêk tîne. Dijminatiya Tirkiyê li herêmê dê derfetê li pêş vegera DAIŞ’ê veke û ew jî dê bibe piştevaniya dijmin a firehkirina xelqeya dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê.

Em berê xwe didin raya giştî ya cîhanî û raya giştî ya Sûriyê û her wiha jî tevahî aliyên li ser aramî, çareseriya demokratîk li Sûriyê, her kesê ku dixwaze terora DAIŞ’ê bi awayekî pratîkî têk bibe û parastina aramî û aştiya li herêmê pêk bîne û ji wan re dibêjin; çanda kuştin û xwînrijandina ku ji mezinên xwe yên Osmaniyên kujer wergirtine, bi dawî bikin. Her wiha jî perçekirina Sûriyê hem erdîngarî û hem jî civakî qedexe bikin û li ser xebata  hewlestên berpisiyar ên qedexekirina dewleta Tirkiyê yên pêkanîna gefên xwe bisekinin.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya hêzên xwe QSD’ê herêmên xwe li dijî rêxistina DAIŞ’ê parast û têk bir. Bi vê serkeftinê re ewlehî, aramî û aştiya gelên herêmê û cîhanê mîsoger kir.

Ev pêvajo pêdiviya xwe bi hemû kedan di têkçûna terorê de heye. Rewşên guncaw a aştiya demokratîk li Sûriyê ava dike. Ew jî ne weke pêvajoya dijminahiya leşkerî ya li ser herêmê ye û ya ku hê jî şerê şaneyên razayî yên rêxistina DAIŞ’ê tê kirin. Li vê herêmê nêzî 5 milyon sivîl jiyan dikin. Ji nav wan jî ji ber rewşa şer ji tevahî herêmên Sûriyê da ku li cihekî ewle bigirinî revîn. Li vir ewlebûna xwe dîtin. Ji lew re banga cîhana azad dikin bi rola xwe ya qedexekirina dijminatiya Tirkiyê ya li ser herêmê û pêkhateyên wê rabe.

Bang li tevahî şêniyên ku derketine derveyî herêmê dikin da ku vegerin û ala parastinê û beşdariya di rêveberiyê de hilgirin. Her wiha bang li aliyên pêwendîdar ên di Rêveberiya Xweser a Demokratîk dikin ku çareseriyeke guncaw ji kesên ji gundên xwe bi sedema zilma DAIŞ’ê û parastina malbatên xwe, bibînin. Ew jî dema rizgarkirina gundên wan ji DAIŞ’ê.

Em rûspiyên êlên li navçeya El-Qenaya bi yekrefî li rex hêzên xwe QSD’ê li dijî gefên li ser herêmê û dagirkirina herêmê disekinin û dê di xetên pêş de ji bo parastina xak û rûmetê bibin leşker."

(fr)


Mijarên Din