Êlên Ereb tevlî banga seferberiya giştî bûn

Şêx û rûspiyên êl û qebîleyên Ereb ên herêmê ragihandin ku tevlî seferberiya giştî ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin dibin. her wiha tekez kirin ku ew 50 hezar şervan pêşkêş dikin ji bo ku li hember êrîşên Tirkiyê bisekinin. Rûspiyan bang li civaka navdewletî û dewletên erebî kirin ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin.

Şêx û rûspiyên êlên Ereb daxuyaniyek dan û tê de ragihandin ku ew tevlî sefergeriya giştî ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye dibin.

Wek êl û rûspî û qebîleyên ereb ên herêmê em radighînin ku em bi yekrêzî dû ciwanên xwe yên Hêzên Sûriye Demokratîk in. Hêza tekane ya ku her bostek ji vê axê ji terorê û hovîtiya wê bi xwîna xwe ya pak rizgariye.

Îro em li hember dagirkeriya osmanî ya berberî li berxwe didin. Di dirêjahiya serdeman de me ji destê wê azar kişand û çeteyên wê milk û malên gelê Sûriyê talan kirin û li rex komên terorîst yên berê rola ajandeyên girêdayî dagirkeriya Tirk lîstin.

Wek şêx û rûsiyên êlên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em amade ne derdora 50 hezar şervanên ciwanên êl û qebîleyên ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkêş bikin da ku tev li Hêzên Sûriye Demokratîk bibin û li hember dagirkeriya osmanî ya hovane û çeteyên wê bisekinin. Me dît ku di dirêjahiya dîrokê de şer wêranî ji gelên herêmê re anî. Biratiya gelan bingeha wekhevî, aştî û lihevkirinê ye.

Wek gelên herêmê em ê li rex hev ax û sînorên welatê xwe biparêzin û em ê wê bi xwîna xwe, zarok û jinên xwe avdin. Heya nefesa dawîn em ê şer bikin. çawa mi du milyon koçber ji tevahiya gelê Sûriyê pêşwazî kir û ew di nav ewlehiyê de ne em dikarin şêniyên Sûriyê yên ku Erdogan dibêje hejmara wan 3 milyon kes e hemêz bikin. Dagirkeriya Osmanî bi hincetên nerast hewl dide axa me dagir bike. Pêwîstiya me bi kesekî tune ye heta were û adetên me fêrî me bike. Em xwediyê camêrî û merdiyê ne.

Wek rûspiyên êlan em bang li fermendariya giştî ya Hêzên Sûriye Demokratîk dikin ku her bostek ji axa me ji dagirkeriya Osmanî ji Cerablusê heta Efrîn û Lîwa Skenderon rizgar bike. Ew herêmên di bin wesayeta Tirkiyê de veguherîna kortika komên terorîst.

Em peyama xwe ji gelê Tirkiyê re dişînin ku li du siyasetên Erdogan û AKP`ê neçin. Ew dijminahî û nefretê di navbera her du gelan de belav dikin. Bi êrîşên xwe zarokên me dikuje û şêniyên me dide koçberkirin. Ev tişt dê dîrok bi bîr bixe û xwîna gelê me ne erzan e.

Em bang li Desteya NY û Meclisa Ewlehiyê bi giştî û El-Camîa El-Erebiye bi taybet dikin ku rolek exlaqî û mirovî di rawestandina  êrîşa Tikriyê li ser ax û gelê  me bilîzin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din