Êlên Firatê piştevaniya xwe bi QSD’ê re diyar kir

Di civîna êlên herêmên Rêveberiya Xweser de, fermandarên QSD û MSD’ê rûdanên dawîn ên siyasî û leşkerî li herêmê şîrov kirin.

Rêveberên Meclisa Sûriye Demokratî (MSD) û fermandarên Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD)  ji êlên Herêma Fratê û herêmên Reqa, Minbic û Dêrazorê re civîneke li dar xist. Di civîna li ser daxwaza rûspiyên êlan hate lidarxistin de pêşketinên dawîn ên li ser astên siyasî û leşkerî yên li herêmê, hatin nîqaşkirin.

Di civînê de endamê MSD‘ê Hesen Mihemed Elî endamê MSD’ê û bi dehan rûspî û şêxên êlên herêmên Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazor , Herêma Firatê, amade bûn.

Civîn bi axaftina fermandarê Meclisên Leşkerî yên Herêma Firatê Cemîl Mezlûm dest pê kir. Mezlûm li ser pêşketinên dawîn ên leşkerî li herêmê, danûstandinên bi navbeynkariya Koalîsyona Navdewletî bi Tirkiyê re pêk tên û gefên Tirkiyê yên dawîn der barê êrîşkirina herêmê, nirxandin kirin.

Mezlûm îşaret pê kir ku Tirkiyê bi  gefên xwe vejandina DAIŞ‘ê armanc dike ku di aliyê leşkerî de têk çûye.

Piştre bi navê endamê Meclisa hevserokatiyê ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî axivî û li ser rûdanên dawîn ên der barê gerên dîplomasî li astên hundir û derve de çêbûne û bandora wê ya li ser rewşa îroyîn a li Sûriyê, şîrove kirin.

Li pey wê jî li nêrînên şêx û rûspiyên êlên beşdarî civînê bûne hatin guhdarkirin û nîqaşkirin.

Di civînê de gelek daxwazên êlan der barê girtiyên ku êlan li xwe girtine de da ku serbest bên berdan, hatin pêşkêşkirin.

Civîn bi xwendina daxuyaniyekê bi dawî bû.

Li ser navê rûspiyên herêma Firatê şêxê eşîra Sexanî, Şêx Fewaz El-Bêk ve daxuyanî xwendû got: "Ji raya giştî ya cîhanê û ji tevahî hêzên xêrxwaz re, em şêx û rûspiyên êlên Herêma Firatê ya Sûriyê, radigihînin ku em leşkerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Em piştevaniya sîwana siyasî ya bi nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Ji tevan re radigihînin ku herêma me ewle û aram e û ne bi hewceya Erdogan û alîgirên wî ne da ku serwerî û berjewendiyên xwe ferz bikin.

Hebûna Erdogan û alîgirên wî desthilatiya dagirkeriyê ye. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navdewletî dikin ku Tirkiyê ji tevahî xaka Sûriyê, bi taybet ji Efrîna dagirkirî derxîne."

(fr)

ANHA


Mijarên Din