Êlên Reqayê: Efrîn beşeke xaka Sûriyê ye û nayê parçekirin

Şêx û rûspiyên êlên Reqayê got hebûba dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê ne qanûnî û ne rewa ye. Rûspiyan tekez kir ku ew dê li hember hemû êrîşên li dijî xaka Sûriyê bisekinin û got Efrîn beşeke xaka Sûriyê ye û nayê parçekirin.

Dagirkeriya Tirk binpêkirinên xwe der heqê xaka Sûriyê de bi rêya lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê didomîne. Tirkiye ji lêkirina dîwarê parçekirina xaka Sûriyê û tevlikirina Efrînê ji Tirkiyê re armanc dike. Binpêkirinên Tirkiyê li gel bêdengiya navdewletî berdewam in. Şêx û rûspiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî lêkirina dîwarê parçekirinê red kir.

Girêdayî mijarê şêx û rûspiyên êlên Reqayê ji ajansa me re axivîn û diyar kir ku Tirkiye dergûşa tevahiya çeteyan e ku derbasî Sûriyê bûne, di nav de çeteyên DAIŞ`ê.

Şêxê êla El-Sabxa li gundewarên başûrê Reqayê Şêx Mihemed Tirkî El-Sewan destnîşan kir ku Tirkiyê bi armanca ku herêmên nû ji Sûriyê bi kiryarên nerewa tev li erdnîgariya xwe bike, dîwarê parçekirinê lê dike, mîna ku li Lîwa Isknderon kiriye.

El-Sewan diyar kir ku Erdogan sînorên dewleta xwe li pêşiya derbasbûna komên terorîst ji herêmê re vekirin û wiha got: "Tirkiye alîgira sereke ya komên ku derbasî Sûriyê bûne, di nav de DAIŞ."

El-Sewan wiha domand: "Nexweşiya dagirkeriyê ne nû ye. Ji sedan salan ve ye heye. Tirkiye êrîşî herêmên din dike û dagirkeriya xwe mîna Lîwa Iskenderon rewa dike. Îro jî zêdetirî herêmekê ji Sûriyê dagir kiriye mîna Efrîn, Cerablus û Babê."

Şêxê êlê El-Emûr Şêx Mihemed El-Umer destnîşan kir ku dîwarê parçekirinê ku Tirkiye lê dike, binpêkirina mafên gelê Sûriyê û serdestiya xaka Sûriyê ye.

El-Umer teqez kir ku Tirkiye ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji bo berjewendiyên xwe yên mêtingerî desteka çeteyan dike û wiha domand: "Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve Tirkiye piştgiriya gelê Sûriyê nekir, lê belê tevlihevî di navbera gelên herêmê de belav dikir."

Şêx Mihemed El-Umer bang li civaka navdewletî û Konseya Ewlehiyê kir ku bangewaziyên gelê Sûriyê guhdar bikin, gelê ku li ber çavên wan û tevahiya cîhanê xaka wî tê dagirkirin."

Şêxên êlên bajarê Reqayê teqez kir ku ciwanên êlan dê li hember her êrîşeke li dijî xaka Sûriyê bisekinin. Rûspiyên êlan kiryarên Tirkiyê di xaka Sûriyê de red kirin. Her wiha destnîşan kirin ku Efrîn beşeke xaka Sûriyê ye û nayê parçekirin û nahêlin dagirkeriya Tirk projeya xwe ya dagirkeriyê berdewam bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din