Êlên Til Berakê: Divê li dijî êrîşan yekîtî çêbibe

Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Til Berak a girêdayî kantona Qamişlo, rola Hêzên Sûriya Demokratîk di rizgarkirina herêmê de silav kirin û gotin: “Divê li dijî êrîşên li ser herêmê yekîtî çêbibe.”

Buroya Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk a navçeya Til Berakê civînek ji şêx û rûspiyên êlên Ereb re lidar xist. Civîn li avahiya Meclisê li beşa Holê ya leşkerî ya navçeyê lidar ket. Buroyê di civînê de geşedanên siyasî li ser asta hundirîn, rewşa herêmê bi giştî şîrove kirin.

Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Til Berakê û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk tev li civînê bûn.

Di civînê de fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Koçer behsa geşedanên siyasî yên li ser asta hundirîn û derve kir.

Koçer got: “Tirkiye hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Dewletên mudexeleya Sûriyê dikin, armanc dikin ku gelên herêmê wek gelên mizextkirî ne berhemdar bimînin. Lê ew dewlet bi bin ketin, ji ber ku şêniyên herêmê jiyana azad û biratiya gelan ji xwe re kirin bingeh û dev ji baweriyên xwe yên êlî bernedan."

Piştî bidawîbûna axaftinan Koçer deriyê pirsan li pêşiya şêx û rûspiyên êlan vekir.

Şêxê  êla El-Elî ya navçeya Til Berakê û berdevkê fermî yê qebîleya El-Cebûr Tirkî El-Mendîl rola Hêzên Sûriya Demokratîk di rizgarkirina herêmê ji terorê de silav kir û got: "Bi xwîna xwe ya pak ev axa pîroz ji terorê rizgar kirin. Bi saya fedekariya wan şehîdan niha em bi aramî nîqaş dikin û rewşên herêmê yên jiyanî, xizmetguzarî û tevahiya hîmên jiyanê li herêmê giftugo dikin."

El-Mendîl girîngiya yekîtiya axa Sûriyê, pîrozahiya axa wê ya ku ji xiyanetê hate rizgarkirin û yekrêziya şêniyan li hember her êrişekê li dijî rûmeta şêniyan teqez kirin.

Beşdaran di nîqaşên xwe de girîngî dan, yekîtiya axa Sûriyê, derketina dagirkerî, hinek mijarên xizmetguzarî û mijarên girêdayî girtiyên di girtîgehan de û serbestberdana kesên ku destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din