Êlên Zîmarê li dijî Hûsiyan daketin qadan

Dezgehên çapemeniyê diyar kir ku êlên parêzgeha Zîmarê ji bo lidarxistina xwepşandanê ber bi Senayê ve çûn. Xwepêşandana li dijî Hûsiyan dê li qada Sebîn li dar bikeve. Her wiha Hûsiyan dîsa balafirgeha Ebha ya Erebistana Siûdî kir armanc.

El-Erebiye Net li ser zimanê dezgehên çapemeniyê yên Yemenê ragihand ku bi hezaran şêniyên êlên parêzgeha Zîmarê ya Yemenê bi armanca lidarxistina xwepêşandana li qada Sebîn, ber bi paytext Senayê ve çûn. Xwepêşandan dê bi armaca şermezarkirina kiryarên Hûsiyên ên li dijî wan were lidarxistin.

Têkildarî mijarê êlên ku kom bûne, banga serbestberdana şêx Mihemed Hisên El-Dibyanî kir. El-Dibyanî berê bi erka alîkariya hêzên Heres El-Cemhûrî radibû, her wiha rûspiyê şêxên li herêma Cehran El-Midrac a parêzgeha Zîmarê bû, berî 4 mehan ji  aliyê hêzên Hûsiyan ve hate revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Çavkaniyan diyar kir ku girseya êlên ku li Senayê kom bûye, li ser banga ku hejmarek ji rûspiyên Zîmarê ji êlên parêzgehê yên ku roja înê ji bo banga serbestberdana El-Dibyanî kom bûbû.

Çalakgeran tekez kir ku heke Hûsî daxwazên wan paşguh bikin, dê rêyan bigirin û şervanên xwe ji nava refên eniyan vekişînin.

Di heman demê de kanala El-Mesîra ya girêdayî Hûsiyan diyar  kir ku Hûsiyan bi balafiran êrîşeke nû bir ser balafirgeha Ebha ya girêdayî başûrê Erebistana Siûdî. Lê heta niha ji aliyê Siûdiyê ve tu agahiyên vê yekê piştrast bikin, nehatine ragihandin. 

Tê zanîn ku Hûsiyan roja yekşemê bi balafirên bêpîlot êrîşî balafirgehên Ebha û Cazan ên li başûrê Siûdiyê kiribû.

Ji roja çarşemê ve Hûsiyan gelek êrîşên ku balafirgeha Ebha dikin armanc, pêk anîn ku di encamê de 26 kes birîndar bûn.

(eh/kc)


Mijarên Din