​​​​​​​Lîna Berekat: Divê dozên jinê li ser asta cîhanê carek din di ber çavan re bêne derbaskirin

Lîna Berekat got: “Çanda tundiya malbatî li Sûriyê û cîhanê bi awayekî mezin belav bûye.” Lîna bang kir ku dozên jinê di cîhanê de carek din di ber çavan re werin derbaskirin da ku rê li pêşiya tundiyê were girtin.

Piştî ku pandemiya Koronayê li cîhanê belav bû, wek tedbîrek hişyariyê welatên cîhanê biryara mayîna di mal de girtin. Aliyên neyînî yên vê tedbîrê jî derketin holê. Di encamê de tundiya malbatî li dijî jinê zêde bûn. Raporên rêxisitnên navdewletî û neteweyî rêjeyên bi tirs ên tundiyê eşkere kirin.

Têkildarî mijarê Meclisa Sûriya Demokratîk di demek berê de daxuyaniyek da raya giştî. Meclisê bi rêya wê bang li NY`î kir ku tevahiya biryarên ku mafên jinê li ser asta cîhanê dabîn dikin pêk bînin. Rêxistin û platformên sivîl ên ku di warê mafên mirovan de kar dikin hevkarî hebe da ku banga pêkanîna cezayan û girtina sûcdarên tundiyê bikin.

Koordînatora giştî ya Meclisa Jin a Sûriyê Lîna Berekat ragihand ku di karantînaya mal de çanda tundiya malbatî li cîhanê bi awayekî mezin belav bûye. Bi taybet li dijî jinê û got: "Ji ber ku Meclisa Jin a Sûriyê ji bo alîkariya jinê di pêkanîna azadiya xwe de bike hate avakirin. Ji ber jin mirov e û xwedî hêzek serbixwe û azad e. Bang li aliyên têkildarî jinê bikin ji bo ku hevkariyek navdewletî hebe ne tenê ji bo jinê li Sûriyê lê belê ji bo tevahiya jinan li cîhanê. Ji ber wê koordîne pêwîste da ku astengiyên li pêşiya pêşketina wê dibin bend û jiyana wê tehdîd dikin werin derbaskirin."

Têkildarî serjimariyên jinên ku rastî tundiyê hatine Lîna destnîşan kir ku ew hewl didin bi alîkariya aliyên têkildar re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarên din ên Sûriyê serjimariyên rastîn û teqez girêdayî tundiya li dijî jinê bidest bixin. Piştre dê di daxuyaniya Meclisa Jin a Sûriyê de werin eşkerekirin.

Lîna wiha domand: "Divê em li hember vê diyardê sedemên wê çi dibin bila bibin û sedemkarên wê bisekin. Da ku sûcdarên wan sûcan werin muhesebekirin û qanûnek tundiya malbatî sûcdar dike dînin û li cîhanê hemû pêk bînin."

TECRUBEYÊN BAKURÊ SÛRIYÊ ASTA TUNDIYÊ KÊM KIRIN

Lîna di nav gotinên xwe de ev tişt zelal kir: “Em nikarin bêjin jinê tevahiya mafên xwe bidest xistine û biçavbiçûk lênêrîn bi temamî ji holê rabûye. Lê diyare li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî dewletên cîhanê asta van mijaran kêm bûye. Serkeftinên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidest xisitne hişt ku bighêje mafên xwe di jiyana siyasî û ya giştî de, yên ku bandoreke erênî li doza wê kir.”

Her wiha Lîna di nav gotinên xwe de bêdengiya navdewletî li hember sûcên şer ên ku li dijî jinê têne kirin bi taybet li herêmên dagirkirî şermezar kir û got: "Divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber sûcên li dijî jinan li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji kuştin, revandin û şantajkirin, kirine werin muhesebekirin. Dagirkeran bi awayekî neexlaqî jin bi kar anîn da ku vînê jinê û şoreşa wê bişkînin û rê li pêşiya tevlibûna wê di rizgarkirina axa xwe de bigirin."

Lîna bang li civaka navdewletî kir ku wan êrişkeran muhesebe bikin, sûcên rejîma Tirkiyê û komên çekdar belge bikin da ku axa dagirkirî vegerînin.

DIVÊ DOZÊN JINAN LI CÎHANÊ CAREK DIN DI BER ÇAVAN RE WERIN DERBASKIRIN

Girêdayî danîna çareseriyên guncew ji tundiya li dijî jinê re Lîna got: "Koma qanûnên têkildarî mafên mirovan têrê nake. Di cîhana rojavayî de hertim behsa mafên mirovan û jinan dikin. Lê ev qanûn jinê ji tundiya malbatî naparêzin. Lewra divê doza jinê carek din di ber çavan re were derbaskirin. Têkiliya jin û mêr çareser bibe. Li ser gelek pîvanan ji perwerdeyê destpê bike heya bigihêje qanûn û mafan xebat werin kirin."

Koordînatora giştî ya Meclisa Jin a Sûriyê Lîna Berekat di dawiyê de banga avakirina şaneya aloziyê ku bi tevahiya şaneyên di cîhanê de hevkariyê dike, kir. Da ku li hember vê keraseta kevin û nû were sekinandin. Ev keraset nerastiya cîhanê û têkiliya di navbera jin û mêr de ya ku li ser tundiyê, binpêkirina mafan û nerêziyê ji jinê re ava dibe, eşkere kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din