Lêpirsîna çalakiyên Kobanê: Gelek rêveberên HDP’ê hatin girtin

Di çaçoveya "lêpirsîna Kobanê" ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di nav de Hevşaredar, parlamenter û gelek rêveberên HDP’ê hatin girtin.

Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rê ve dibe de di nav de Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, berpirsê têkiliyên derve yê HDP’ê Nazmî Gur, parlamenterê berê û endamê komîteya îmralî Sirrî Sureya Onder jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku biryara girtina 82 endam û rêveberên HDP’ê hatiya dayin. Polîsên tirk di vê kêliyê de hê jî serdagirtina malên HDP’yiyan berdewam dike.

KESÊN KU HATINE BINÇAVKIRIN

Li gor agahiyên ku bi dest ketine heta niha kesên ku hatine binçavkirin ev in; Hevserokê şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, endamê RTÛK’ê yê HDP’yî Ali Ûrkut, endamê komîwsyona têkiliyên derve yê HDP’ê Nazmi Gûr, endamê berê yê MYK’ê Can Memiş, parlamenterê berê yê HDP û endamê heyeta İmralî Sırrı Süreyya Önder, Berfin Köse, Alp Altınors, Gûlfer Akkaya, Bîrcan Yorulmaz û Gûnay Kubîlay.

Serdozgeriya Komarê ya Anqerê, di çarçoveya lêpirsîneke têkildarî çalakiyên Kobanê yên di 5-6’ê Cotmeha 2014’an de pêk hatin da bû dest pêkirin, li 7 bajaran biryara girtina 82 kesan da. Di çarçoveya vê operasyonê de polîsan bi ser mala Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen de girtin. Li mala hevşaredar Bîlgen lêgerîn berdewam dike.


Mijarên Din