Lîreya Tirkiyê ji destpêka krîza pereyan, kêmtirîn astên wê hat tomarkirin

Îro lîreya dewleta Tirk ji ber belavbûna vîrusa Tacî lîreya wê ji sedî 8 daket.

Lîreya Tirkiyê 6, 5370 beramberî dolar daket û  ji beriya 2 salan ve ev kêmtirîn car e.

Duh bazara deravan li cem 6.4825 hate girtin û bi vê yekê derdora ji sedî 8.5 ji nirxê lîreya Tirkiyê li beramberî dolarekî daxist.

Analîzvan Jason ê ji Navenda Lêkolînên Capital Economics ji Reutersê re wiha got: "Encama dawî ew e ku aboriya Tirkiyê dê bi awayekî tund di nîvê vê salê de poç bibe."

Dewleta Tirk duh mirina kesekî din bi vîrusa Koronayê ketiye ragihand û got rewşên bi vîrusê ketine nêzî 191 kesan in, di heman demê de jî girtekên girtina qehwexane, qedexekirina nimêjan û rawestandina gerên asîmanî li ser 20 dewletan hatine girtin.

Nîşaneyên stockên sereke bi rêjeya ji sedeî 0,2 bilind bûye, di heman demê de nîşaneya bankê bi rêjeya ji sedî 0,3 kêm bûye, her wiha stockên Mavi Jim û Facu Textil  bi rêjeya ji sedî 6,71 û heta 6,01 kêm bûye.

Stockên kargeha çêkirina erebeyên bazirganiyê Ford bi rêjeya ji sedî 8,47 bi paş ketiye.

kargeha çêkirina erebeyan Ford Automotive şaxê Tirkiyê ji koma çêkirina erebeyên amerîkî Ford Motor Corp re ragihand ku çêkirina erebeyan li 3 kargehên Tirkiyê der barê paşxaneya aloziya vîrusa nû, rawestandiye.

Ajansa Bloombergê li ser zimanê şîrketê ragihand ku dê xebatê li kargehên Goljok, Eskişehir Winikoy ên li Tirkiyê bisekinîne, her wiha dê xebat li her du kargehên Eskişehir û Winikoy ji 23’yê vê Adarê de bisekine, û dê çêkirina erebeyên Kastom li Goljok ji sibe ve bisekinîne, her wiha dê çêkirina erebeyên Transit ji 23’yê vê Adarê ve rawestîne.


Mijarên Din