Lûtkeya Afrîkayê wext da meclisa leşlerî ya Sûdanê

Di civîna Yekîtiya Afrîkayê ya der barê rewşa Sûdanê de biryar hate girtin wext bide meclisa leşkerî ya Sûdanê da ku sîsteme demokratîk ava bike.

Yekîtiya Afrîkayê der barê rewşa Sûdanê de îro li paytexta Misrê Qahîreyê bi beşdarbûna serokên 8 dewletan civînek li dar xist.

Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî ku civîn bi rêve dibir got, welatê wê destekê dide bijêreka gelê Sûdanê û îradeya wê ya azad ji bo diyarkirina çarenûsa welat.

Serokê Misrê anî ziman ku lûtkeya biçûk a Afrîkayê wextekî din dide meclisa leşkerî ya Sûdanê ku sîstemeke demokratîk ava bike û got: "Armanca civîna îro ew e ku pêşketinên li Sûdanê rû didin werin nîqaşkirin û destek bi gelê Sûdanê re were dayîn da ku bighêjin hêviyên xwe yên avakirina pêşerojeke baştir."

El-Sîsî bal kişand ser keda meclisa leşkerî ya demkî û hêzên siyasî û sivîl ên Sûdanê ji bo gihiştina rêkeftineke niştimanî û got: "Ev ked dikare vê pêvajoya zehmet derbas bike û veguhestina ber bi aştiyê û nermbûna desthilatdariyê pêk bîne, her wiha dikare saziyên dewletê û yekîtiya xaka wê biparêze."

El-Sîsî diyar kir ku çareserî di destê gelê Sûdanê de ye,  gelê Sûdanê bi rêya danûstandinan di hevbera hemû hêzên siyasî yên navxweyî de dikare çareseriyeke siyasî ku daxwazên gel di guhertin, geşkirin û aramiyê de pêk bînin, peyda bike.

Serokê Misrê wiha domand "Wekî dewletên cîranên Sûdanê em destekê didin gelê Sûdanê da ku aramî serwer bibe û hêviyên xwe bi cih bîne. Ji civaka navdewletî tê xwestin ku destek û piştgiriyê bide da ku atmosfêreke guncaw ku pêkanîna demokrasî û aştiya ku gelê Sûdanê bang dik, peyda bike."


Mijarên Din