Lûtkeya çaralî li ser pêwîstiya rawestandina êrişan li ser sivîlên li Sûriyê li hev kirin

Li gorî buroya serokwezîrên Brîtanyayê Boris Johnson, serokên Britanya, Fransa, Almanya û Tirkiyê di lûtkeya çaralî ya di çarçoveya civînên NATO`yê de li ser pêwîstiya rawestandina êrişan li dijî sivîlan li Sûriyê li hev kirine

Di daxuyaniya buroya Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson de hat bibîrxistin ku bi mijara têkoşîna li dijî terorê li Sûriyê û Lîbyayê civînek bi tevlîbûna şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, serokê Fransayê Emmanuel Macron, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pêk hat.

Li gorî daxuyaniya buroyê, serokan girêdayî Sûriyê li ser pêwîstiya mîsogerkirina gihandina alîkariyên mirovî bi rêya sînoran re li hev kirine. Her wiha li ser  pêwîstiya rawestandina tevahiya êrişên ku sivîlan dikin hedef di nav de Idlibê li hev kirine. Her wiha desteka xwe ji komîteya destûrî ya sûrî re û girîngiya biryara navneteweyî  ya "2254" teqez kirin.

Di daxuyaniyê de girêdayî Lîbyayê hate destnîşankirin ku serokan "Piştgiriya xwe bi nûnerê navneteweyî yê taybet ji bo Lîbyayê Xesan Selame di prosesa aştiyê ya  ku lîbyayê bi xwe bi rêve dibin û NY`î sponseriya wê dike teqez kirin.

Beriya vê lûtkeyê îro serokê Fransayê Emmanuel Macron êrişî Tirkiyê şermezar kir û teqez kir ku ew desteka DAIŞ`ê kiriye û şerê aliya ku şerê DAIŞ`ê kiriye dike di nîşaneyekê de ji Hêzên Sûriye Demokratîk re.

(şx)


Mijarên Din