Lûtkeya El-Qudis a sêalî destpê kir...nêzbûn der barê ewlehiya Îsraîlê de

Vê sibehê, komxebatên Lûtkeya Ewlehiya Sêalî di navbera (Rûsya, DYA’yê û Îsraîlê) de li El-Qudisê  bi daxuyaniyên ku tê de yekirina nêrîna der barê garantiya parastina Îsralîê de, nakokiyên der heqê rola Îranê li Sûriyê û Rojhilata Navîn de hatine diyarkirin, destpê kir.

 Lûtkeya Ewlehî ya Sêalî li El-Qudisê bi daxuyaniyên nûnerên (Moskove, Washington û Til Avivê) ên der barê garantiya parstina Îsraîlê û nakokiyên rola Îranê de hatin destpêkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di destpêka Lûtkeyê wiha got: "Îsral li hember tevahî dijminatiyên ku Îranê pêk tîne, disekine û plane dike hemû hêzên biyanî yên ku piştî 2011’an ketine Sûriyê derxe."

Ji aliyê xwe ve jî Şêwirmendê Ewleheiya Niştîmanî yê DYA’yê John Bolton êrîşî Îran kir û wiha got: "Îran sedema krîza li Rojhilata Navîn e."

Bolton wiha lê zêde kir: "Îran tu nîşan e der barê başbûna niyetên xwe de diyar nekirin û ew sedema aloziya li Rojhilata Navîn e."

Lê li aliyekî dîtir jî, Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî yê Rûsyayê Nicolai Patrushev di nava axaftina xwe de tekez kir welatê wî hewl daye garantiya Îsraîlê bike.

Lê belê şêwirmendê Rûsyayê parastina heyîna Îranê li Sûriyê kir û wiha got: "Îran hevkariya Rûsyayê di şerkirina terorê de dike." Her wiha jî şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Rûsyayê der barê nakokiyên li herêmê de hişyarî da û wiha da zanîn: "Rewşa herêmî, metirsîdar e."

(fr/kc)


Mijarên Din