Lûtkeya El-Qudisê...daxuyaniyên bihêz ên sepandina rêgezên şer û Kremlin lihevkirina peymanên girîng ragihand

Daxuyaniyên DYA, Rûsya û Îsralê yên der barê civîna ewlehî de ya ku li El-Qudisê li dar dikeve, berdewam in. Her wiha van dewletan helwestên xwe di pêşketinên Sûriyê de yên ku li ser rolên Îranê û Îsralê ne diyar kirin.

Komxebata Ewlehî ya Sêalî ya di navbera(Rûsya, DYA û Îsraîlê) de li El-Qudisê di nava daxuyaniyên nûnerên van dewletan de yên îşaretê bi qonaxa nû ya hevkariya di navbera wan de dikin, berdewam e

Di vê der barê de Şêwirmendê Ewlehiya Rûsyayê Nikolay Patrushev roja sêşemê der barê lûtkeyê de wiha da zanîn: "Derbeyên ezîmanî yên li dijî Sûriyê redkirî ne."

Ji aliyê xwe ve jî Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya DYA’yê John Bolton wiha tekez kir: "Divê Rûsya bi awayekî cidî bi gefên Îranê yên li herêmê re hevkar be."

Bolton lê zêde kir ku ceza û berdewamkirina fişaran li dij Îranê dê neçar bike vegere ser maseyê.

Li gor çapemeniya Rûsyayê,  berdevkê serokê Rûsyayê Dmitry Piskov ragihand ku gelek hevpeymanên girîng der barê Sûriyê de di civîna sekreterê Meclisa Ewlehî ya Rûsyayê Nikolay Patrushev û hevalbendê wî yê DYA’yê û Îsraîlê de pêk hatine.

(fr)


Mijarên Din