Lûtkeya G20’an destpê kir

Vê sibehê rûniştina Lûtkeya G20’an ku 37 dewlet û rêxistin beşdar bûne, li bajarê Osaka yê Japonyayê, destpê kir. 

Vê sibehê rûniştina Lûtkeya G20’an ku 37 dewlet û rêxistin beşdar bûne, li bajarê Osaka yê Japonyayê, destpê kir.  Dê di civînê de nîqaşên derbarê bazirganî, nakokiyên ciyosiyasî û guhartina atmosfêrê de, bên kirin. Serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe got: "Lûtke ji bo me şansek mezin e ku em aboriya cîhanê coş bikin.”

Serokê DYE’yê Donald Trump ji ajansa Spûtnîkê ya Rûsyayê re got ku hewldana wan ji bo aboriya hemû cîhanê sûddare.

Dê di Lûtkeyê de 8 mijarên sereke, aboriya cîhanê, bihêzkirina rola jinê, geşkirina aboriyê, fînans, afriandin, tendirustî, hawîrdor, enerjî û ji wê jî zêdetir dosyeya karmendkirinê, bê nîqaşkirin.

Îro li bajarê Osaka yê Japonyayê 28 û 29 Hezîranê Lûtkeya G20’an lidar dikeve. Dewletên Endam li hember gelek pirsgirêkên aborî û siyasî ne. Ev Lûtkeya G20’an a yekemîn e li Japonyayê tê lidarxistin.

(fr)


Mijarên Din