Lûtkeya sêalî ya Misir, Urdin û Iraqê li dar dikeve

Lûtkeya sêalî ya Misir, Urdun û Iraqê piştî 2 lûtkeyên ku berê hatibûn lidarxistin, dê li dar bikeve û amadekariyên lûtkeya sêalî didomin.

Her sê dewletên ereban hewl didin helwestên xwe yên têkildarî doza Rojhilata Navîn li qadên navneteweyî û herêmî bikin yek.

Rojnameya El-Xed a Urdunê, di demên dawîn de hevdîtina wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî û yê Urdinê Eymen Sefedî ragihand. Di hevdîtinê de behsa lûtkeya sêalî ya di navbera serokên her sê dewletan de hate kirin, lê dema lidarxistina lûtkeyê nehat eşkerekirin.

Serokê Misirê Abdulfettah El-Sîsî, serokê Iraqê Berhem Salih û qiralê Urdinê Abdullah El-Sanî di 2019`an de du lûtke li dar xistin, ya yekê di Adarê de li Qahîreyê li dar ket û ya duyemîn jî di Îlona heman salê de li New Yorkê li dar ket. Her sê dewletan bal kişand ser xurtkirina nêrînên der barê dosyayên erebî de.

Misir, Urdun û Iraqê têkildarî dosyaya Lîbyayê û bidawîkirina destwerdana Tirkiyê ji Lîbyayê re xwedan nêrîneke hevbeş in.

Di mehên derbasbûyî de Urdun û Iraqê der barê aloziya bendava Nehda ya Etiyopyayê de piştgiriya xwe ji helwesta Misir û Sûdanê re kir. Li hemberî vê jî Qahîreyê di 3`yê Tîrmehê de sûcên Tirkiyê yên li dijî xaka Iraqê şermezar kirin û diyar kir ku  ev yek karekî şantajê ye.

b


Mijarên Din