Luqman Ehmê: Heke PDK’ê di êrişên li dijî gerîlayan de bibe hevkar wê berdêlên giran bide

Luqman Ehmê da zanîn ku heke PDK’ê di êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîlayan de bibe hevkar wê berdêlên mezin bide û got: "Gelê me van helwestan qebûl nake. Ev yek di salên 1990’î de diyar bû ku çawa gelê me serî hilda û helwesteke xurt nîşan da."

Koma Civakên Kurdistan (KCK) di 26’ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk amadekariya planekê dike ku êrişî HPG’ê bike û PDK’ê jî yekser tev li vê êrişî dibe. KCK’ê hişyarî li ser tevlêbûna vê êrişî da û bang li parlamentoya Başûrê Kurdistan û partiyên wê yên siyasî kir ku li hember vê plana dagirkeriyê bisekinin, di heman demê de gelê Kurd ji kiryarên PDK’ê şiyar kir.

Têkildarî mijarê, çavkaniyekî xwecihî agahî da ANF'ê û got, rêveberiya PDK'ê û dewleta Tirk planeke hevpar amade kirine. Li gorî agahiyên wî çavkanî ku di nava hêzên PDK'ê de ye, di 15'ê Nîsana 2022'ê de li herêma Kanîmasî ya wîlayeta Duhokê, artêşa Tirk wê li dijî nuqteyên gerîlayên HPG'ê dest bi êrişa dagirkeriyê bike.

Çavkanî diyar kir ku ji bo vê provokasyonê, tîmek ji 15 kesan ku ji hêzên Zêrevan (Yekîneyên taybet ên PDK'ê) û Pêşmergeyên Roj pêk tê, li baregeha Binesalawê hatiye bicihkirin û got, "Tîmek bi rêya GPS'ê li heman cihî, tîmeke din jî bi berpirsyariya yekî ji îstîxbarata artêşa Tirk hatiye avakirin. Tîma duyemîn bi kincên sivîl ên şîrketa bi navê Lewen Asayîş tevdigere."

Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê ji ajansa me re da zanîn ku ev ne cara yekemîn ku PDK’ê di planên dijberî HPG’ê de tevkariyê dike û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker gelek caran êrişî HPG’ê kir, lê tu encamp bi dest nexistin. Diviyabû PDK’ê ders jê girtiba ku rêya ku li gel dewleta Tirk pê de diçe, şaş e."

‛DIVÊ KURD LI HEMBERÎ TEVKARIYA PDK’Ê YA BI DEWLETA TIRK RE BISEKINE’

Luqman Ehmê anî ziman ku di vê qonaxa hestiyar de ku çarenûsa gelan, di nav de gelê Kurd tê diyarkirin, divê PDK’ê rêyeke din, rêya yekitiya hêzên Kurd hilbijêre.

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya dîrokî de tu maf neda kurdan û ev tişt got: "Ev kesanan dema diçin Tirkiyê dibînin bê çawa desthilatên Tirk cilên kurdî û zimanê kurdî qedexe dike."

Ehmê ev tişt lê zêde kir: "Mixabin, tevî bangên domdar, lê berpirsên PDK’ê guh nadin vê yekê. Ji lew re divê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê û li tevahî Kurdistanê li hember êrişên dewleta Tirk û tevkariya PDK’ê bisekine."

‛PDK’Ê DÊ BERDÊLÊN GIRAN BIDE’

Luqman Ehmê bang li parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir û wiha pê de çû: "Parlamento ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin, divê daxwazên gel di ser hikumet û partiyên ku li dijî berjewendiyên gelê tevdigerin, bigre. Di cihê ku zanabûna min nasnake de, divê ez têkiliyan pê re daneynim. Divê em têkiliyan bi hêzên ku di êrişên DAIŞ’ê de banga wan hatiye kirin û bersiv nedaye, daneynin. Divê em rastiya van rejîman baş bizanibin, ne ku em destekê bidin êrişên wan ên li ser hêzeke Kurdistanî ku hewl dide maf û azadiya gelê Kurdistanê bi dest bixe."

Hevserokê Partiya Kesek a Demokrat diyar kir ku heger PDK’ê beşdarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayan bibe wê berdêlên giran bide û ev tişt anî ziman: "Ji ber gelê me van helwestan qebûl nake. Ev yek di salên 1990’ de eşkere bû, me hemûyan dît ku çawa gelê me serî hilda û helwesteke girt di wê demê de nîşanda."

Dewleta Tirk a dagirker bi tevkariya PDK’ê di salên 1990’î de li Herêmên Parastinê yên Medyayê êriş HPG’ê kir, hemû gelê Kurd li dijî vê tevkariyê serî hilda. Girêdayî vê yekê Ehmê got: "Heke plana dewleta Tirk pêk were dê gelê me li hember vê yekê bisekine. Rewşa niha ne mîna ya beriya 24’an e. Gel azarê siyasetên PDK’ê dikişîne. Niha di hilbijartinên Iraqê de, em dibînin ku çawa PDK’ê hevbendiyek bi dagirkeriya Tirk û kesên destekê didin siyasetên wê re çêkir."

Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê bang li PDK’ê kir ku ji siyasetên xwe vegere û dûrî xeta dewleta Tirk be û wiha got: "Dîroka pêşmerge ya li dijî hêzên dagirker biparêze, bi gel re bibe yek û bersiva bangên hêzên Kurdistanê bide da ku yekitiya Kurd ava bibe. Her wiha stratejiya Kurd a hevbeş a siyasî, leşkerî û aborî deyne da ku berjewendiyên gelê Kurd pêk bîne."

(fr)

ANHA


Mijarên Din