‘Ma Erdogan qala kîjan rizgarkirinê dike?’

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Şêraz Hemo bal kişand ser bê ka dewleta Tirk behsa kîjan teror û rizgarkirinê dike û her wiha sûcên wan li Efrîn û herêmên dagirkirî yên Sûriyê dîtine.

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker ji 13‘ê Kanûnê ve gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û bi hezaran leşker û çeteyên xwe li ser sînor bi cih kirine.

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Şêraz Hemo gef û îdiayên Erdogan nirxandin. Şêraz diyar kir ku geşedanên girîng li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dan, biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji herêmê, paşê dirêjkirina dema vekişandinê û daxuyaniyên rayedarên Amarîkayê ku ew ê piştî vekişandinê jî hevalbendên xwe li Sûriyê biparêzin, çêbûn. Şêraz wiha got: "Bûyerên ku rû dan, derbeyeke mezin li dewleta Tirk xist ku her tim dixwest hêzên demokratîk tune bike û dagirkirina xwe ferz bike."

Şêraz, der barê gefên Erdogan ên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de destnîşan kir ku dewleta Tirk dagirkeriya xwe li Idlib, Ezaz, Bab û Efrînê ferz kiriye û wiha  got: "Tirkiye li herêmên dagirkirine sûcên hovane û komkujiyan pêk tîne, ji bilî vê yekê jî demografyaya herêmê diguhere da ku dîroka herêmê îmha bike. Zimanê tirkî li ser niştecihên herêmê ferz dike da ku wan ji çand û dîroka wan dûr bixe.”

Şêraz gotinên xwe wiha domandin: “Bûyerên ku li Efrînê rû didin, siyaset û mebesta Tirkiyê li herêmên Sûriyê diyar dike ku ji rizgarkirin û aştiyê dûr in. Li herêmên dagirkirî siyasetên qirkirin, qedexekirina zimanê kurdî û êrîşên ser baweriyan eşkere dibin. Dewleta Tirk qala kîjan teror û rizgarkirinê dike, ma ne me sûcên dewleta Tirk û Erdogan li Efrîn û herêmên dagirkirî yên Sûriyê dîtin."

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Şêraz Hemo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriya Tirkiyê red dikin û got delîlê vê yekê xwepêşandanên rojane li dijî dagirkeriyê ne.

ANHA


Mijarên Din