Macedoniya Bakur fermî tev li NATO`yê bû

Piştî çareserkirina nankokiyeke demdirêj di navbera Yewnanistanê û Macedonia Bakur der barê navê welatê de, Macedonia Bakur bû dewletê 30`yemîn ku tev li NATO`yê dibe.

Sekretêrê Giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg bi daxuyaniyekê ragihand ku Macedonia Bakur bû endama NATO`yê ku ji 30 dewlet û derdora milyarek kesî pêk tê. Jens wiha got: "Tevî şert û mercên em tê re derbas dibin jî, em di wê baweriyê de ne ku em bi hev re bihêztir û ewletir dibin."

Stoltenberg duşemê dê şahiyekî li navenda NATO`yê ya li Birukselê bi rêve bibe û wê ala Macedonia Bakur li kêleka alên 29 dewletên din, bilind bike.

Ajanasa Reutersê li ser zimanê Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo daxuyand ku tevlêbûna Macedonia Bakur ya NATO`yê,  hewldanên bi salan ên tevlêbûna nava NATO`yê yên hikumeta Macedonia Bakur û gelê wê, tacîdar dike.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Çileya sala borî Yewnanistanê û Macedonia Bakur peymanek îmze kiribûn û navê welatê bû "Komara Macedonia Bakur", bi vê yekê rê li pêşiya tevlêbûna NATO`yê vebû û yek ji nakokiyên cîhanê yên herî dirêj, çareser bû.

 (eh)


Mijarên Din