Maçên çaryeka dawîn a turnuvaya Berxwedana Şehîdên Şêxmeqsûd destpê kir

Îro maçên çaryeka dawîn a turnuvaya Berxwedana Şehîdên Şêxmeqsûd a futbolê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê destpê kir.

Piştî bidawîbûna turnuvaya koman bi tevlibûna 12 tîman, di dawiyê de 8 tîm derbasî çaryeka dawîn a turnuvayê bûn. Îro çaryeka dawîn bi du maçan destpê kir.

Maça yekemîn di navbera her du tîmên MSD û Golaavjeniyê ya Helebê de destpê kir. Di dawiyê de tîma MSD`ê bi 7-2 biser ket.

Maça duyemîn jî di navbera Yekîtiya Werzîşê û Desteya Hilberîneran (munticîn) de destpê kir. Di dawiya maçê de tîma Desteya Hilberîneran bi encama 12-7 biser ket.

Li ser wê her du tîmên MSD û Desteya Hilberîneran derbasî nîva dawîn bûn.

Tê payîn her çar tîmên ku bi serketine dê sibe di nîva dawîn a turnuvayê de bilîzin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din