Macron civînek ji bo alîkariya bi lubnaniyan re li dar xist

Serokê Fransayê Emmanuel Macron got divê civaka navnetewî alîkariya gelê Lubnanê bike.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di civîna taybet a alîkariya ji bo Lubnanê de got: “Divê civaka navnetewî demildest alîkariyê bi şêniyên Lubnanê re bike. Divê civaka navnetewî ji bo alîkariyê hevkariyê bi NY’ê re bike.”

Macron bal kişand ser ku pereyên ku îro hatine komkirin divê destpêkek be, her wiha divê desthilatên lubnanî li ser çareseriyên siyasî û aborî bixebitin.

Emmanuel Macron piştrast kir ku dê alîkarî bi çavdêriya NY’yê bi awayekî lez bên pêşkêşkirin, her wiha divê yekser ji kesên pêdiviyên xwe pê hene re bên şandin.

Macron da zanîn ku serokkomar Mîşêl Uwn dizane ku pêdivî bi têkbirina gendeliyê heye.

(fr)

 

 


Mijarên Din