Macron dê hewl bide şer di navbera DYA’yê û Îranê de rû nede

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro, tekez kir dê di çend rojên pêş de hewl bide şerê leşkerî di navbera Îran û DYA’yê dernekeve.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di roja duyemîn a serdana Japonyayê de ku ji bo beşdariya Lûtkeya 20’emîn çûye, ji rojnamevanan re diyar kir ku dê ked bide da ku tu alî şaştiyên ku nayên sererastkirin, çênebin.

Macron lê zêde kir ku ya bingehîn îro divê tevahî xebatên sivikirina nakokiyan pêş bixin.

Macron tekez kir ku roja înê dê mijarê bi serokê DYA’yê Donald Trump re di çarçoveya Lûtkeya 20’emîn a li Osaka de bi hedefa hewldana şerê leşkerî di navbera DYA’yê û Îranê de rû nede, nîqaş bike.

Li alieykî dîtir jî Trump roja çarşemê di daxuyaniya ku weke şiyarkirina Tehranê de ye ragihand ku gûmana rûdana şer bi Îranê re heye û got ev şer dirêj nake.

Di vê derbarê de Macron da zanîn ku welatî wî jî hevkarê DYA’yê ya armanca stratejîk ku Îran çekên nukleerê bi kar neyne, ye. 

Macron got divê li ser Îranê fişar hebe û nexasim jî ji hêla dewletên Ewropî yên ku peymana nukleerê di 2015’an de li Vienna îmze kiriye. Her wiha îşaret pê kir ku roja sêşemê  bi rêya telefonê bi serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re axiviye da ku misoger bike ku tu binpêkirinên der barê nukleerê de dê bibe şaştiyek  û tu nîşane di vê alî de jî dê şaştiyek be.

Ji aliyekeî din ve jî Macron diyar kir ku firokeya DYA’yê ya bêpîlot ku Îranê di 20 Hizîranê de rûxandiye li gor agahiyên ku bi dest hikumeta Fransayê ketine, di herêma navdewletî de bû û ne li ser esîmana Îranê bû ku  wek Tehranê tekez kiriye.

(fr)


Mijarên Din