Macron ji berdevka QSD`ê re: Ji ber êrîşên Tirkiyê ez bi fikar im

Ajansa Reuters ragihand ku serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dema bi berdevka QSD`ê Cîhan Şêx Ehmed re civiya, diyar kir ku ew ji ber êrîşên Tirkiyê yên muhtemel ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava fikarên pir mezin de ye.

Ajansa Reuters li ser zimanê Buroya Serokkomariyê ya Fransayê diyar kir ku serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron roja sêşemê bi berdevka QSD`ê Cîhan Şêx Ehemed re civiya da ku desteka Fransayê bi QSD`ê re di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de diyar bike.

Buroyê destnîşan kir ku Macron careke din got Fransa ji ber êrîşên muhtemel ên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava fikarên pir mezin de ye.

(bx)


Mijarên Din