Serokkomarê Fransayê bi boneya salvegera 77'an a serxwebûna Lubnanê, nameyek ji serokê Lubnanê Mişêl Ewn re şand û da zanîn ku aloziya ku Lubnan tê re derbas dibe, li ser astên cur bi cur yên aborî, darayî, civakî û siyasî pêwîst dike ku tedbîrên xurt werin girtin.
Macron wiha got: "Em bi hevkariya bi Neteweyên Yekbûyî û hevalbendên me re dixebitin da ku konferanseke navneteweyî ji bo piştgiriya gelê Lubnanê li dar bixin û nexşeya rêyê ku bersivê dide daxwazên Lubnanê, peyda bikin."
(dm)